Li Somaliyê ji ber hişkesaliyê mîlyonek kes koçber bûne

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

UNHCR û NRC’ê ragihandiye ku bi sedema hişkesaliya dijwar li Somaliyê giştî milyonek kes neçar mane ku cih û warên xwe biterikînin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Konseya Penaberan a Norwêcê (NRC) ragihandine ku ji ber hişkesaliya li Somalî, welatê Rojhilatê Afrîkayê milyonek kes di nava wî welatî de ji cihê xwe bûne.

UNHCR: Hişkesaliya herî dijwar tê jiyandin

Di daxuyaniya UNHCR’ê ya derbarê mijarê de hatiye parvekirin ku ji ber vê sedemê li Somaliya ku di dîroka xwe de yek ji hişkesaliya herî dijwar dijî, zêdetirî 755 milyon kes ji cih û warên xwe bûne.

Li gorî daneyên hatine weşandin, ji Kanûna Paşiyê ya 2021’an û vir ve ku li wî welatî hişkesalî destpê kiriye, bi tevahî mîlyonek welatî ji cih û warên xwe bûne.

‘Bo Somaliyê xetereyek mezin e’

Berpirsê Somaliyê yê NRC’yê Mohamed Abdî di vê çarçoveye de destnîşan kiriye ku ev hejmar ji bo Somaliyê wekî zengilek mezin a xeteriyê ye.

Li gor nûçeya Rûdawê Abdî di berdewamiyê de wiha axiviye: “Niha birçîbûn li welat serdeste. Li gundan bi rastî av û xwarin tune ye, em dibînin ku her ku diçe zêdetir malbat neçar dimînin ku cihê biterikînin. Hê dereng nebûye divê bi lezgînî çavkaniyên aborî were peydakirin.”

Nûnera UNHCRê ya Somalîyê Magatte Guîsse jî diyar kiriye “Civakên hesas, komên herî zede ne ku krîza îklîmê bandorê li wan dikin. Her weha  aniye ziman ku ev rewş “gelek malbatan bêparastin dihêle û koçberiyê zêde dike.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Somaliyê ji ber hişkesaliyê mîlyonek kes koçber bûne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *