Li Stenbolê 4ciwanên ji Mêrdînê jiber dûkêlê jiyana xwe ji dest dan

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê 4 ciwanên ji Mêrdînê ku di firinekê de dixebitin li gor îdîayan ji ber dûkêlê jiyana xwe ji des dane.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hat îdiakirin ku 4 ciwanên ji Mêrdînê ku li Stenbolê di firinê de dixebitin, ji ber jehrîbûna karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest dane. Bûyer duh li firineka Stenbolê qewimî. Hat zanîn ku Mehmet Erboga, Beşîr Erboga, Mehmet Erboga û Abdulkadîr Erboga yên ji taxa Qabalê ya Mêrdînê ku li qata jorê ya firinê raketine û şewat derketiye. Serê sibehê hat ferqkirin ku her çar welatî jî di nava cihên xwe de ne û li ser vê yekê gazî polîs û tîmên tenduristiyê hat kirin.

Di lêkolîna ewil de hat diyarkirin ku her çar welatiyên xizmên hev ji dûmanê jehrî bûne û cenazeyê wan ji bo karûbarên otopsiyê rakirine morga nexweşxaneyê.

 Hat ragihandin ku dê cenazeyê her çar ciwanan jî bibin Mêrdînê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Stenbolê 4ciwanên ji Mêrdînê jiber dûkêlê jiyana xwe ji dest dan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *