Li Tehranê sê rojnamevanên jin hatine girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê derket holê ku rojnamevanên jin ên bi navê Melîke Haşimî, Saîde Şefîî û Mehrnûş Zarîî, piştî li paytext Tehranê hatine desteserkirin, birine Girtîgeha Evînê.

Malpera Nûçeyan a Jamaranê di nûçeya xwe ya ku spartiye Sendîkaya Yekitiya Rojnamegeran, diyar kiriye ku li Tehranê 3 rojnamegerên jin hatine desteserkirin. Malbepêrê destnîşan kiriye ku her sê rojnameger li Girtîgeha Evîn a Tehranê tên ragirtin.

Malperê derbiriye ku Şafiî bi hincetên “Propagandaya li dijî rejîmê” û “Gefxwarina li hemberî ewlekariya neteweyî” hatiye girtin.

Li Tehranê sê rojnamevanên jin hatine girtin - Li Tehrane se rojnamevanen jin hatine girtin 1
Rojnamevanên hatine desteserkirin

Malperê derbarê sedema girtina her dû rojnamevanên din de jî tu agahî parve nekirine.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê, ji meha Îlona sala borî ve ku roja xwepêşandanên Jîna Mahsa Emînîyê dest pê kiriye heta niha 79 rojnameger li wî welatî hatine desteserkirin.

Li gorî rapora Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) jî piştî xwepêşandanên berfireh ên di çend mehên dawî de zêdeyî 71 rojnameger hatine desteserkirin. Li Îranê hê jî 33 rojnameger di girtîgehan de girtî ne.

Rojnamegerên ku li Îranê tên girtin, bi gelemperî dişînin Girtîgeha Evîn a li bakurê rojhilatê Tehranê. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tehranê sê rojnamevanên jin hatine girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *