1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Tekîrdag û Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin desterkerin

Li Tekîrdag û Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin desterkerin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Bi ser fermana Dozgeriya Komarê ya Tekîrdagê, li vî bajarî û Çanakkaleyê di encama operasoyonekê de nêzî 30 kes hatin desteserkirin. Di nava kesên hatine desteserkirin de Hevserok û endamên HDP’ê jî hene.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve hatiye destpêkirin de polîsan li Tekîrdag û Çanakkaleyê vê sibê bi ser gelek malan de girt.

Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê ragihandiye ku di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye lidarxistin de 4 jê li Çanakkaleyê, nêzî 30 kes hatine desteserkirin.

 Hate diyarkirin ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Çanakkaleyê Omer Farûk Kiriç, rêveberên HDP’ê yên Çanakkaleyê Seza Buyukkiliç, Tûrgût Haskan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Çanakkaleyê ê berê Veysel Kûtlûay û rêveberê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) ê Navçeya Keşanê Mehmet Akyurek hatiye desteserkirin.

Hatiye hînbûn ku kesên hatine desteserkirin bo îfadeya wan bê wergirtin dê bibin Tekîrdagê.

Tê gotin, ku li Tekîrdagê jî di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên berê û rêveberên niha yên HDP’ê hene û derbarê dosyayê de biryara nepeniyê hatiye ragihandin.

Navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne: “Hîlmî Karaoglan, Zubeyde Karaoglan, Serkan Karaoglan, Senem Ozbey, Servet Taşkin, Mehmet Akyurek, Sîbel Kayikçi, Cezmî Yaman, Rahmî Dîrek, Ayla Eroglû, Omer Farûk Kiriç, Denîz Erdem, Seza Buyukkiliç, Veysel Kûtlûay, Tûrgût Haksal.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tekîrdag û Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin desterkerin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *