Li Tekîrdagê 21 kes hatin girtin 21 HDK’î hatin girtin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tekîrdagê ji 24 kesên ku çend roj beriya niha hatibûn desteserkirin 21 kes hatin girtin û ew ji girtîgehê re hatin şandin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de, di 23’yê Gulanê de li gelek bajaran di encama serdagirtina malan de 24 kes hatibûn desteserkirin. 24 kesên ku ji endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl yên di bin banê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de cih digirin, pêk dihat ji Midûriyeta Ewlekariyê re hatin veguhestin.

Kesên hatin desteserkirin bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Piştî îfadeya li Midûriyeta ewlekariyê 21 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û 3 kes jî hatin berdan.

Kesên hatibûn desteserkirin ev bûn: “Servet Taşkin, Rahmi Diren, Cezmi Yaman,  Turgut Haskan, Turgut Gokçe, Çetin Kale, Adnan Kurt, Ceylan Deniz Adiyaman, Senem Ozbey, Zubeyde Karaoglan, Mehmet Akyurek,  Ayla Eroglu,  Omer Faruk Kirniç, Aytekin Bulut, Ayşe Yolkesen, Hilmi Karaoglan, Seza Büyükkiliç, Sinan Goksel û 2 kesên navên wan nehat hînkirin.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tekîrdagê 21 kes hatin girtin 21 HDK’î hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *