Li Tirkiyê di Meşa Jinan De Bi Dehan Kes Hatin Girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Polîsan roja Înê li Stenbola Tirkiyê di xwepêşandana bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de bi dehan kes desteser kirin.
Xwepêşandana bê destûr li Meydana Taksîmê, ku cihê kevneşopî yê xwepêşandanan e, hate lidarxistin.

Polîsên bihêz xwepêşender bi berbendên, barîkatên kolanan asteng kirin. Xwepêşanderan pankartên “Ji qatilan re barîkat ne ji jinan re” vekirin.

Nûçegihanên AFP dîtin ku bi dehan kes hatine girtin.

Xwepêşandan bi banga “Platforma 25’ê Mijdarê” hatibû lidarxistin û bi sedan kes daketibûn kolanan.

Xwepêşanderan bi Tirkî û Kurdî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” qîrîyan, heman dirûşmeya ku jinên Îranî di têkoşîna xwe ya li dijî rejîma tundrew da diqîrin.

Revendeke mezin ya Îranîyan li Tirkiyê heye ku hejmara wan di sala 2021an de nêzîkî 120 hezar kesan dihat texmînkirin.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tirkiyê di Meşa Jinan De Bi Dehan Kes Hatin Girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *