Li Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê rêya 316 gundan ji ber berfê hatine girtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê ji ber barîna zêde ya berfê rêya 316 gund û mezreyan hatiye girtin.

 Li Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê ji ber barîna zêde ya berfê rêya 316 gund û mezreyan hatiye girtin.

Wan

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berfê li navenda bajêr û navçeyan rêya 109 gund û mezreyan hatiye girtin.

Li navenda bajêr û navçeyan 650 karmend bi 250 wesayîtên rêvekirinê xebatan didomînin da ku welatî mexdûr nebin.

Colemêrg

Li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Colemêrgê hatiye girtin, li seranserî bajêr ji ber berf û bagerê rêya 105 gund û mezreyan hatine girtin.

Ekîbên berfê digel şertên neyînî yên hewayê, xebatên xwe yên vekirina rêyan bênavber didomînin.

– Mûş

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur di daxuyaniya xwe da diyar kir, li seranserî parêzgehê ji ber berf û bagerê rêya 39 gundan hatiye girtin, xebatên vekirina rêyên girtî didomin.

– Bedlîs

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kiriye ku ji bo ku welatî mexdûr nebin, ew ê di kurtedemekê da rêya 63 gundan ên girtî, vekin.

Li Erzirom û Agiriyê rêya 117 gund û taxan ji ber berfê hatine girtin

Li Erzirom û Agiriyê ji ber berf û bagerê rêya gund û taxan hat girtin, xebatên ji bo vekirina rêyên girtî dewam dikin.

Ji ber berf û bagera li herêmê li Erziromê rêya 372 taxan hatiye gitin. Ekîbên Rêbeja û Şaredariya Bajarê Mezin bi şev jî xebatên vekirina rêyên girtî domandin.

Di encama xebatan da rêya 274 taxan hatine vekirin û rêya 98 taxan jî hê girtî ne.

Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Li Agiriyê jî ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji duh pê va dixebitin ku rêyên girtî vekin, rêya 237 gundan hatibû girtin ji wan ya 218 heban hatine vekirin.

Ekîb ji bo vekirina rêya 19 gundan dixebitin.

Jêder: BİANET

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê rêya 316 gundan ji ber berfê hatine girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *