Li Wanê di şerê malbatan de 14 kes birîndar bûn

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê di navbera malbatan de şer derketiye û di encama şer de 14 kes birîndar bûne.

Li gor agahiyan li taxa Îskele ya bi ser navçeya Tuşbaya Wanê, hefteya borî ji ber sedemeke ne diyar du malbatên ku beriya niha bi hevdû re şer kiribûn, cardin şer çûn. Di encama şerê ku, dar, ber û kêr jî hatine bikaranîn de 3 kes birîndar bûn.

Piştî agahdarkirinê hêzên ewlekariyê û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê.

Xizmên her dû aliyan vê car jî li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn û di navbera wan de cardin şer derket.

Di şerê li ber nexweşxaneyê de jî ji her du aliyan 11 kes birîndar bûn û hinek otomobîlan zerar dîtin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Wanê hatin veguhestin.

Polîsan li derdora nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê di şerê malbatan de 14 kes birîndar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *