Li Wanê hemberî endamên HDP’ê operasyon

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vê sibê li Wanê di encama serdagirtinên malan de hejmarek rêveber û endamên HDP’ê hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Wanê li bajar avayekî hem wext bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdagirtinan de Hevşaredarê Tuşbayê yê HDP’î Yilmaz Berkî ku li şûna wî bi hinceta KHK’ê destûrname ji namzetê AKP’ê re hatibû dayîn, Behiye Kamaç, Mehmet Salîh Demîr, Omer Işik, Behîce Abî, Şahîn Aydemîr, Suat Ozbek û Siddik Abî hatin desteserkirin.

Derbarê hinceta desteserkirina van kesan de heta niha tu daxuyanî nehatine wergirtin.

Hat hînbûn ku kesên desteserkirî di Midûriyeta Ewlekariya Wanê de tên girtin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê hemberî endamên HDP’ê operasyon

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *