Li Wanê îsal qet berf nebariye!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Her sal di demsala zivistanê de li Wanê bi metreyan berf dibare. Lê îsal tevî ku meha Çileye jî hêj li tu deveran berf nebariye. Ev yek jî dibe sedema metirsiya hişkesaliyek dijwar bo heremê.

Li Wanê îsal qet berf nebariye! - Li Wane isal qet berf nebariye sereke 5
Bajarê Wanê

Par van çaxan, hemû deverên bajarê Wanê bi berfê spî bûbû. Çiyayên wê yên bilind jî bi metreyan berfê hatibûn pêçan. Lê îsal heremê hişkesaliyek dijwar xwe dide xuyakirin û heta niha jî ji bilî çend tozikan, qet berf nebariye.

Li Wanê îsal qet berf nebariye! - Li Wane isal qet berf nebariye sereke 1 1
Duryana rêya Şax û Miksê

Li navçeya Bahçesarayê li Derwazeya Karabetê ya raqim 3 hezarî jî stûriya berfê di asta herî kêm da ma.

Hindekarê Beşa Erdnîgarî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu diyar kir, guherîna avûhewayê roj bi roj tesîra xwe ya li ser jiyanê derdixe holê.

Li Wanê îsal qet berf nebariye! - Li Wane isal qet berf nebariye sereke 3
Navçeya Miksê

Alaeddînoglu derbirî, van dawiyan mîna gelek ciyên li dinyayê li Hewzeya Gola Wanê jî germahî xwe dide der û da zanîn ku ev yek di rêjeya barîna berf û baranê de jî xwe dide nîşandan.

Li Wanê îsal qet berf nebariye! - Li Wane isal qet berf nebariye sereke 4

Di berdewamiyê de Alaeddînoglu got ku, ew dibînin di meha çile de jî li cihên bilind kêm berf ketiye û wiha dewam kir: “Dibe ku bi mirovan tiştek baş bixuyê, lêbelê ev yek dê qederek şûnda wekî pirsgirêka ava emilandinê, ava vexwarinê û her wiha hişkesaliyê derkeve pêşiya me. Li Tirkiyeyê zivistanê berf û baran dibare. Lê em di meha Çile de ne hê jî berf û baran tuneye. Ez hêvî dikim ku di mehên pêş me de berf û baran dê bibare, lê ger nebare, wê tesîreke mezin li ser ekosîstema hewzeyê çêbe. Dê bibe sedem ku çem bi rêjeyeke mezin ziha bibin, golên piçûk bi temamî ji holê rabin û golên mezin jî qada wan kêmtir bibe. Lewma jî em li qeraxên Gola Wanê şahidiya kêmbûna avê dikin.” (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê îsal qet berf nebariye!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *