Li Wanê ji ber bikaranîna komir qirêjiya hewa zêde bûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî hatina demsala zivistanê, li Wanê qirêjiya hewayî gelek zêde bûye. Endamê Desteya Rêveber ê Çev-Der’ê Alî Kalçik got, komirê ku bi armanca alîkariyê ji aliyê dewletê ve tê belavkirin tesîrek xerab li ser hawîrdor û tenduristiya mirovan dike.

Li Wanê hêj jî hejmarek zêde tax bê gaza xwezayî hatine hiştin. Her wiha gelek welatî jî bi sedema ku mesrefên wê gelek zêdene nikarin gazê bikişînin nava mala xwe. Di vê rewşê de welatî neçar dimînin ku komirê alîkariyê yê nehatiye şuştin bişewitînin.

Li Wanê ji ber bikaranîna komir qirêjiya hewa zêde bûye - van hava kirliligi 4 1024x576 1

Ji ber vî komîrê bê qalîte, bi taybet êvaran li bajêr asîman bi dûkêlek reş tê pêçandin.

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hawîrdor, Parastin Lêkolîn û Pêşvebirina Berhemên Dîrokê yên Wanê (Çev-Der) Alî Kalçik derbarê mijarê de hin nirxandin kirin.

Li Wanê ji ber bikaranîna komir qirêjiya hewa zêde bûye - van hava kirliligi 5 1024x576 1

‘Hewa ji ber komirê alîkariyê qirêj dibe’

Kalçik derbirî ku Wan ji behrê hezar û 726 metre bilinde û got ku tevî vê hewayê bajêr di mehên zivistanê de pir qirêj dibe. Kalçik di vê derbarê wiha axivî: “Sedema qirêjbûna hewa komirê alîkariyê yê ji aliyê dewletê ve hatiye belavkirin e. Li bajêr zivistanê germahiya hewayî carnan dikeve binê sifrê 10 pîleyan. Li herema me pirsgirêka mirovan ya xwe sotemeniyê jî heye. Wisa lêhatiye, bo ku em xwe germ bikin, biçek maye em xwe û zarokan jehrî bikin.”

Li Wanê ji ber bikaranîna komir qirêjiya hewa zêde bûye - van hava kirliligi 1 1024x576 1

Her wiha Kalçik da zanîn ku qirêjbûna hewayî tesîrek pirr xerab li ser tendiristiya mirovan dike û wiha domand: “Bi taybet nexweşên, astim û koahê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Mirov neçar in ku xwe germ bikin û bo vê jî komir bişewitînin. Lê divê ev komîr hatibe şuştin û bi qelîte be. Mixabin Tirkiyeyê bo ku li hemû cîhanê sotemeniyên fosîl werin qedexekirin îmze avêtiye peymanê, lê hêj jî komirê Şamanis û yê Şirnexê ku bê qalîteye belav dike. Ev jî rê li ber qirêjbûna hewayî vedike.”

Li Wanê ji ber bikaranîna komir qirêjiya hewa zêde bûye - van hava kirliligi 3 1024x576 1

Vîdeo-montaj: Şehrîban Abî

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê ji ber bikaranîna komir qirêjiya hewa zêde bûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *