Li Wanê pereyê ku diviya ji gel re bê xerckirin dane stranbêj Ararê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Derket holê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ku di bin rêveberiya qeyûm de ye bo konsera stranbêj Funda Ararê 753 hezar TL hatiye xerckirin.

Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê ku ji aliyê kayûm ve tê birevebirin di meha Tirmehê de konserek saz kir. Konser bi tevlibûna stranbêj Funda Ararê li parka Çandê ya li kêla Keleha Wanê hate lidarxistin. Arar du saetan maye ser dikê û pişt re jî Walîyê Wanê Ozan Balçi destegulek da wê.

Li Wanê pereyê ku diviya ji gel re bê xerckirin dane stranbêj Ararê - Li Wane pereye ku diviya ji gel re be xerckirin dane stranbej Arare

Rojnamevan Candemîr eşkere kir

Rojnamevan Oktay Candemîr derbarê mijarê de li ser hesaba xwe ya medya civakî hin agahî parve kirin.

Candemîr destnîşan kir ku 5 meh bi ser konserê de derbas bûye û da zanîn lêçûyînên konserê di lîsteya lêçûyînên rasterast yên şaredariyê ya sala 2022’an de derketiye holê.

Her wiha Candemîr eşkere kir ku Daîreya Karê Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo konsera Funda Ararê 753 hezar û 814, 88 TL pere xerc kiriye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê pereyê ku diviya ji gel re bê xerckirin dane stranbêj Ararê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *