Li Wanê piştî Newrozê mudaxale: 37 kes hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê piştî pîrozbaniya Newrozê ku bi tevlibûna hezaran kesî hatibû lidarxistin, polîsan mudaxale li girseyê kir. Di encama mudaxaleyê de 37 welatî hatin desteserkirin.

Pîrozbahiya Newroza Wanê ku li kêleka keleha Wanê hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê girseyê ji qada Newrozê li ser rêya Terzîoglu berbi navenda bajar ve dest bi meşê kir.

Li Wanê piştî Newrozê mudaxale: 37 kes hatin desteserkirin - Li Wane pisti Newroze mudaxale 37 kes hatin desteserkirin 3

Komeke din jî tevî berzkirina dirûşmeyan li ser Cadeya Kaleyolu ber bi Cadeya Maraşê ve dest bi meşê kir û gihişt navenda bajêr.

Li Wanê piştî Newrozê mudaxale: 37 kes hatin desteserkirin - Li Wane pisti Newroze mudaxale 37 kes hatin desteserkirin 2

Polîsan, bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li girseyê kir û hewl da komê belav bike. Ciwanan jî bi keviran bersiv da mudaxaleya polîsan.

Hat hînbûn ku di dema mudaxaleyê de 37 welatî ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin û niha li Midûriyeta Ewlekariya Wanê têne ragirtin.

Li Wanê piştî Newrozê mudaxale: 37 kes hatin desteserkirin - Li Wane pisti Newroze mudaxale 37 kes hatin desteserkirin 1

Di vê navberê de helîkoptera polîsan jî li ser bajêr dest bi gerê kir.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê piştî Newrozê mudaxale: 37 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *