Li Wanê rêya trênê bûye sedema metirsiyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêya trênê ya di navbera Wan û Îranê de cih digire bûye sedema metirsiyê. Herî dawî jinek li ser vê rê di bin trênê de ma.

Pisporê Ewlehiya Kar Dilgeş Aslan, mijar ji Serhat Newsê re nirxand û got ku her sal herî kêm kesek li ser vê rê jiyana xwe ji dest dide.

Rêya trênê ya Rêyên Hesînî ya Dewletê (DCDD) beyî ku li derdorê wê tedbîrên ewlehiyê bên girtin di nava taxan de derbas dibe û dibe sedema mirinan.

Herî dawî li ser rêya taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê jina astengdêra bihistinê Saîme Erayli di bin trênê de ma û jiyana xwe ji dest da.

Keça Erayli ya bi navê Melek Erayli destnîşan kir ku mirinên ku li vir tên jiyandin hemû jî ji ber xemsariyê têne jiyandin. Erayli, her wiha bilêv kir ku derbarê rayedarên berpisyar de heta niha gelek caran gilî kirine.

Li Wanê rêya trênê bûye sedema metirsiyê - Melek Erayli 768x576 1
Melek Erayli

Pisporê Ewlehiya Kar Dilgeş Aslan, jî derbirî ku teqez pêwîste li cihên ku rêya trênê derbas bide tedbîrên ewlehiyê bêne wergirtin û xwest ku qanûn û rêvebirnameyên têkildarî mijarê teqez bicih bên.

‘Em êtîm û sêwî man’

Melek Erayli, ku bi girî mirina dayîka xwe vegot wiha axivî: “Me êşek pir mezin kişand. Ez hem êtîm hem jî sêwî mam. Dayîka min ji bo me hem dayîk, hem jî bav bû. Divê ev mijar wisa li holê nemîne. Ez ji kesên berpisyar gilîkerim. Bila kesên berpisyar hemû bêne cezakirin. Bila ev tişta hatiye serê me, neyê serê tu kesek din. Ji bo vê jî lazime tedbîrên pêwîst bêne wertgirtin. Li vir tu tedbîrên hişyariyê nehatiye danîn. Trena ku dayîka min kuşt, xwe ne girti raweste jî.

‘Bo ku sotemenî çêbike derbas bû, lê canê xwe ji dest da’

Kurê Erayli ya ku di bin trênê de maye Sînan Erayli jî bertekên xwe anî ziman û derbarê mijarê de got: “Dayîka min, bo ku ji sergunan sotemenî çêbike derbasî aliyê din bû û mixabin di bin trênê de ma. Ji ber ku li ser vê rê tu tedbîrên ewlehiyê nehatiye wergirtin, canê me hemûyan di taloqê de ye. Piştî dayîka min, du zarokên din jî li vir jiyana xwe ji dest dan. Di navbera malên me û rêya trênê de 15 metre heye. Zarok her tim li vir dilîzîn. Divê rayedar li hemberî van mirinan bêdeng nemînin.”

Li Wanê rêya trênê bûye sedema metirsiyê - Sinan Erayli 768x576 1
Sînan Erayli

‘Di vê tedbîrên mayîn de bêne wergirtin’

Pisporê Ewlehiya Kar Dilgeş Aslan balkişand ku di çarçoveya ewlehiya kar de hin tedbîrên pêwîst hene da ku bêne wergirtin û wiha pêde çû: “Di vê hem li ser rêya bejayî, hem jî rêya trênê tedbîrên pêwîst yên mayînde bêne wergirtin. Di serî de jî lazime lewheyên hişyariyê yên pêwîst li vir bên cihkirin. Bo ku dema tren hêj nêzî malan nebûyî sureta xwe daxin ev lewheyên hişyariyê bila li hemû cihan bên çiqilandin. Pêwîst e, li derdora rêya trênê bend werin danîn û ajokarên trênê jî baş werin perwerdekirin. Li gel van, ji bo tedbîrên cezayî jî lazime hin hewldan bên kirin.”

Li Wanê rêya trênê bûye sedema metirsiyê - Dilgeş Aslan 750x998 1
Dilgeş Aslan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê rêya trênê bûye sedema metirsiyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *