Li Wanê Rûniştavan jiber Aborîya Xirab Gazinan Dikin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Daketina nirxê liraya Tirkî (TL) li hember pereyê biyanî berdewam dike. Li gor daneyên îro şemîyê 1 dolar bûye 13.71 û 1 Euro jî bûye 15.53 TL. Bi vê yekê her tişt buha bûye û bandoreke neyînî ser jîyana rûniştvanan dike.

Li kolanên bajarê Wanê, Dengê Amerîka sedem û bandora bilindbûna nirxê pereyê bîyanî ji rûnişvanan pirsî.

Rûniştvanê bi navê Azmî Demîrhan ku bavê 3 zarokan û ew bê sîgorta rojê bo 100 TL (7 dolar) kar dike, dibêje ku niha krîza aborî her diçe kurtir dibe û ew nikare bi vî pereyî debara xwe mala xwe bike.

“Bi vî pereyî ez nikarîn tiştên ku bo mala min hewce dikin bikerim. Niha kîloya çayê bûye 100 TL 5lître yax bûye 100 TL û goştê mirîşkan bûye 50 lira. Yanî çî qimeta pereyê me ne maye.”

Demîrhan herwiha dide zanîn ku zarokên wî niha nexweşketine lê derfeta wî ya aborî tune wan bibe nexweşxaneyek taybet.

Bahdîn Gur ku tenê di mehên havînê de kar dest dikeve, ew her mehê necar e ku bo du zarokên xwe yên li zanîngehê dixwinîn, pere bişîne. Lê ew dibêje ku niha tî derfeta wî nemaye bo zarokên xwe pere bişîn.

Kesê ku jiber ewlehîya xwe nexwast navê xwe eşkere bike got ku pirsgirêka herî sereke rêveberîna şaş ya welat e û desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) rêxnekir.

“We heya niha dîtîye ku parlamantek ji sazîyên dewletê 5 maaşan cûda cûda bistîne. Ez hatin 80 salîyê û heya niha min nû di dema vê desthilatdarîyê de dît. Lê ji alîyê din jî rûnişvan jibo xwarina zarokên xwe di nava bermahîyan de bacan û nanî berhev dikin.”

Sadik Aygun wek sedema kurbûna krîza aborî bê edalet, demokrasî, azadî û hiquq nîşan da û got ku jiber vê yekê jî Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di zîndanê de ye.

Aygun dibêje hejmarek zêde ciwanên Kurd bi neheqî hatine zîndan kirin û herwiha zarokên Kurdan yên dixwinîn jî çî mafên wan nadine.

Duh Şemîyê Desteya Statîstîka Tirkîyê (TUİK) dida zanîn ku eflasyon ji sedî 21.31 e. Lê rûnişvanên Wanê vê yekê qebul nakin û dibêjin ku êdî bawerîya wan li sazîyên dewletê nayê.

Jêder: VOA

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê Rûniştavan jiber Aborîya Xirab Gazinan Dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *