Li Wanê Şahîyên 8’ê Adarê Destpê Kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê şahîyên 8’ê Adarê Roja Jinan ya Navnetewî bi pêşengîya Tevgera Jinên Azad (TJA) roja Sêşemê destpê kirin.

Şahî, şano û çalakîyên jinan dê heta 8’ê Adarê li hejmarek bajarokên Wanê bidomin û herwiha bo jinên zîndanî wê name jî werin şandin.

Endama TJA ye û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Kîye got ku ew dê bi van çalakîyan li hember tundîya jinan berxwe bidin.

“Şîyara me ya îsal ‘Dem dema azadîya jinan e’. Jiber ku li gor salên borî tundîya dîjî jinan bi her alîye ve zêdetir bûye. Di alîyê aborî, polîtîk, zayendî, tîryakê û fuhuşê de zêde bûye. Bi polîtîkayên Partîya Tevgera Neteweper (MHP) û Partîya Dad û Pêşveçûne (AKP) di şexsê jinê de civak bênefes hiştîye.”

Di sala 2021’an de li dîjî hejmarek hêzên ewlekarîyên Tirk bi îdiaya destdirêjî, fuhuş û tundîyê doz hatibûn vekirin û hin ji wan hatin zîndan kirin.

Kîye dibêje ku ew bi van çalakîyan dixwazin zêdetir balê bikêşin ser van bûyeran ku tkiryarên wiha dubare nebin.

Kîye herwiha dibêje ku bi taybet li her kolanên bajêrên Kurdan navêndên kursên Quranê hatine vekirin û ew bi van navenda dixwazin civakê li gor berjewendîyên xwe biguherînin.

Li gor plansazîya TJA’yê di çaroveya roja jinan de dê di 8’ê Adarê de bi beşdar bûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pelvîn Buldanê li Parqa Musa Anter mîting pêk were.

Jêder: VOA KURDÎ

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê Şahîyên 8’ê Adarê Destpê Kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *