Maça Amedspor û Vansporê dê li Wanê bê lîstin

featured
RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Maça dostaniyê ya di navbera Amedspor û Vansporê de ku li bendê bû li Amedê bihata lîstin, dê li Wanê bê lîstin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku di navbera Amedspor û Vansporê de dê li Amedê maça dostaniyê bê lîstin.

Lê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) diyar kir ku li bajarên erdhej lê çêbûye, pêwîste bo stadyûman ‘Sertifîqeya ewlehiyê ya qadên sporê’ cardin bê wergirtin û ji ber vê sedemê destûr neda maç bê lîstin.

Li ser vê yekê her dû tîman li ser hesabên xwe yên Twîtterê derbarê mijarê de daxuyanî dan. Vanspor û Amedspor di daxuyaniyên xwe de diyar kirine ku bi avayekî hevpar wan birdar daye ku maç li Stadyuma Ataturk a Wanê bê lîstin.

Maç dê sibê saet 13.00’an de li vir bê lîstin û dahatiya maçê jî dê ji mexdûrên erdhejê re bê şandin.

Bilêtên maçê li Amedê di Amedstore û Pastaxaneyên Hacibaba de têne firotin.

Li Wanê jî bilêtên maçê li Vansporstore ya li ser Caddeya Cumhuriyetê têne firotin.

Hate ragihandin ku bûhayê bilêtan jî wekî 100 TL hatiye diyarkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Maça Amedspor û Vansporê dê li Wanê bê lîstin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *