Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê berê yê Partiya Gel a Kedê (HEP) ku bi biryara Dadgeha destûra Bingehîn hatibû girtin, Mahmut Alinak derbarê doza girtina HDP’ê de got, ‘Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’.”

Li Tirkiyeyê bo, hilbijartinan demek kurt maye. Tevî destpêka pêvajoya hilbijartinê, nîqaşên li ser dengên HDP’ê û taybet jî dengên Kurdan geş bûne. Hima bêje hemû şirketên anketan, di lêkolînên xwe de didin zanîn ku dengên HDP’ê wê encamên hilbijartinê diyar bike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî çend roj beriya niha li Qersê diyar kiribû ku wekî HDP, ew ê bi namzetê xwe tevli hilbijartinên serokkomariyê bibin. Piştî daxuyaniya Buldanê, di rojeva siyasetê de tekane mijar bûbû ev yek.

Siyasetmedarê Kurd, Nivîskar û Parlamenterê berê yê HEP’ê parêzer Mahmut Alinak ku niha li Qersê jiyan dike, di çarçoveya van nîqaşan de ji Serhat Newsê re hin nirxandin kirin.

Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’ - Mahmut Alinak Dewlet bi ve doze dibeje ‘parlamentoya min terk bikin 3

‘Dewlet ya layiqê xwe dike!’

Parlamenterê berê yê HEP’ê Mahmut Alinak di destpêkê de li ser girtina partiyan sekinî û got ku bi girtina HDP’ê dewlet ya layîqê xwe dike, lewra Tirkiye dewletek demokratîk nîne. Alinak, derbirî ku dewlet dixwaze bi vî avayî muxalefeta Kurd, bê nefes bihêle û wiha axivî: “Dewlet ev sed sale li hemberî Kurdan polîtîkayên asimilasyon û tunehesibandinê dimeşinê. Ji serhildana Koçgiriyê heta, şerê xendekan jî ev wisa çêbûye. Hilweşandina bi dehan bajarên Kurdan yên wekî Silopî, Nisêbîn, Hezex Cizîr û Sûrê jî nîşaneya van polîtîkayan e.”

Siyasetmedarê Kurd Alinak diyar kir ku dewlet bi doza girtina HDP’ê dibêje, “Parlamentoya min biterikînin” û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Lê, gelek sosrete em bi israr hêj jî xwe li meclîsê asê dikin. Yanî dewlet me ji derê diqewirîne, em hewl didin, ji pacê têkevin hundir. Li aliyê din her çiqas dewlet dixwaze partiyê ji parlamentoyê derxe jî, li aliyê din vê yekî wekî amûreke çewisandinê jî bikartîne”

‘Hebûna Kurdan ya di parlamentoyê de kêrî karê dewletê tê’

Alinak balê dikişîne ser ku, hebûna Kurdan di parlamentoyê de aliyekê jî kêrî karê dewletê tê û wiha domand: “Ez îdîa dikim ku, ger Kurd bi dengek xurt, bi projeyên pêşkevtî û baş derkevin holê û bibêjin, “Em ji parlamentoyê derdikevin. Em dê li derveyî parlamentoyê têkoşina muxalefetê bidomînin. Em ê di warê siyasî, civakî û aborî de dest bi çalakiyên bêîtaetiya sivîl, bikin. Wê çaxê dewleta Tirk wê bi lawahiyan bibêje ‘Meclisê terk nekin’. Lewra çalakiyek wiha wê bi alîyê rûhî de bibe sedema cudabûnekî û dû re jî wê geşedanên mezin derxe holê.”

‘Pêwîste ku Kurt projeyên nu biafirînin’

Wî di berdewamiyê de destnîşan kir ku, pêwîst e Kurd jî di warê siyasetê de li hemberî nêzikatiya dewletê hin projeyan pêkbînin û wiha pêde çû: “Çi nebe heta niha me dikarî em referandûmek kiryarî (fiîlî) pêk bînin. Dibe ku ev gotina referanduma kiryarî, tiştek biçûk be. Lê encamên wê dê pir bi bandorbe. Ew, dê gelek zorê bide dewletê, ku ew nikare vê yekê ragire. Belki Spartakus anjî Mahatma Gandiyên me tunebin. Lê di dîroka me de gelek gelek tevgerên wekî ya Mahatma Gandî hene. Doza girtina HDP’ê belkî bo berjewendiyên Kurdan bibe minasebeta rêyêk xêrê jî.”

Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’ - photo1673694205 1

‘AKP-MHP wê biçin ber deriyê Îmraliyê’

Alinak, di axaftina xwe de pêşbiniyên xwe yên derbarê hilbijartinan de jî anî ziman û wiha got, “Ji vir şûn ve gelo wê çi bibe? Eger HDP bi namzetê xwe tevli hilbijartinê bibe û di gera duyemin ya hilbijartina serokkomariyê de ji hilbijarên xwe re bêje ‘Neçin ser sindoqê’ ku li gor min ev yek ne pêkan e, wê çaxe; dê doza Kobanê were dirêjkirin. Her wiha doza derbarê HDP’ê de hatiye vekirin jî wê bê dirêjkirin. Na eger, HDP bi namzetê xwe tevli gera yekem bibe, û di gera duyem de jî piştgiriyê bide namzetê tifaqa millet wê çaxê jî; HDP dê were girtin. Di doza Kobanê de jî wên cezayê giran ên wekî heta hetayê bên dayîn. AKP û MHP eger di vî warî de gele tengav bibe û hilbijartin ji aliyê wan ve bikeve dibin taluqeyê de, dibe ku faktorê Ocalan bikeve dewrê û ew biçin ber deriyê Îmraliyê”

‘Tu cudatiya maseya şeş partî ji deshilatê tuneye’

Têkildarî, nêzikatiya maseya şeş partî ya li hemberî HDP’ê de jî Alinak, hin nirxandin kirin û got ku tu cudahiyên maseya şeş alî ji deshilat a heyî, tuneye. Alinak di vê derbarê de wiha dibêje: “Maseya şeş partî heta niha tu helwestên ji ya deshilatê cudatir, nedaye nîşandan. Ger ew sibê deshilatê, bidest bixe, herî zêde du-sê mehan dê hinek xweşî çêbe. Dîsa heman mekanîzmaya dewletê wê bikeve devrê, polîtîkayên ku niha têne meşandin wê wisa bên berdewamkirin.

Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’ - Mahmut Alinak Dewlet bi ve doze dibeje ‘Parlamentoya min terk bikin2

‘CHP’ê xwe radestî Akşenerê kiriye’

Di warê biryara HDP’ê ya diyarkirina namzetê serokkomariyê de jî Alinak bilêv kir ku, ev helwesteke baş e û got, “HDP’ê bo xwe ya baş kiriye. Lewra ev çend mehe bo diyarkirina namzetê hevpar, HDP bang li maseya şeş partî dike. Lê tifaqa Millet, guhên xwe ji bo vê yekê girtiye. Lewra Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku parçeyek mezin ya vê tifaqê ye xwe radestî Meral Akşener (Seroka Giştî ya İYİ Parti) kiriye. CHP’ê bo ku Akşener aciz nebe guhe xwe ji bangên HDP’ê re girtiye.”

Mahmut Alinak kiye?

Ew disala 1952’an de li navçeya Dîgor a Qersê ji dayîk bûye. Alinak, dibistana seretayî li Dîgorê, lîse jî li Qersê xwendiye. Piştî lîse qedan wî dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê kir û ji vir mezûn bû. Piştî demekê parêzerî dike, Alinak di hilbijartinên 1987’an de ji SHP wekî parlamenterê Qersê hate hilbijartin. Di hilbijartinên 1991’an de jî ji lîsteya tifaqa HEP-SHP’ê bû parlamenterê Şirnexê.

Di sala 194’an de parêzbendiya wî tevî Orhan Doğan, Hatîp Dîcle, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Leyla Zanayê hate rakirin û ew hatin girtin. Alinak yekem pirtûka xwe bi navê ‘Şîronun Ateşî’ di girtîgehê de vê çaxê nivîsî.

Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’ - Mahmut Alinak Dewlet bi ve doze dibeje ‘parlamentoya min terk bikin 2

Di sala 2007’an de wekî namzetê serbixwe yê Qersê dibin piştgiriya DTP’ê tevli hilbijartinan bû, lê wî serkeftin bidest nexist.

Alinak her wiha di Rojnameya Gunde û Rojnameya Radikalê de nivîskarî kir. Ew ji ber daxuyanî û nivîsên xwe gelek caran rastî lêpirsînê hat û ji ber nameyek Kurdî ku ji Serokwezîrê wê çaxê Recep Tayyip Erdogan re şandibû 6 meh ceza girt. Ev doz bo girtina Paritya Civaka Demokratik (DTP) jî wekî delîl hatibû bikaranîn.

Ew di sala 2011’an de di çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de hate girtin û piştî heyamekê girtî ma, di sala 2012’an de serbest hate berdan.

Alinak heta niha nêzî 9 pirtûk nivîsîne û niha li Qersê jiyana xwe berdewam dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mahmut Alinak: Dewlet bi vê dozê dibêje ‘Parlamentoya min terk bikin’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *