Mehmet Gur Derheqê Pirtûka ‘Dengê Zê’ de Nivîsî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

  
Pîrtûka ‘Dengê Zê’ ji aliyê nivîskar Mehmet Akdogan ve hatiye nivîsandin. Jiyan û bîranînên xwe bi hostatî vehonandine. Romanek biografiyê ye. Biografiya xwe bi dilwêrekî nivîsandiye. Bê pirolêkirin û manipülasyon,bi zimanekî xweş û wêjeyî pêşkêşî xwendewanan dike.


      Destpêka pîrtûkê bala min nekêşa,di xwendina wê de zîver bûm. Di mejû û giyana min de mereqek çênekir. Tamek xweş neda xwendina min. Gava xwendewan di nav rûperên pîrtûkê de qederekê çûn êdî heznake romanî ji dest xwe dane. Mirov dihêle nav mereqê de. Lewra nivîskarî ev şêwaz,pevbestin bizanebûn şûxulandiye. Şêwazek cuda bikar aniye. Mereqek cuda di mejûyê mirov de dihêle. Xwendevan gelek cihan şaş dike,texminên wan vala derdixe. Mafê hostatiya pênûs û wejê dide. Tiştê herî girin ew e ku biwêrek bîranin xwe  dinivîse. Ji tirs,pîrolêkirinê dûr her tişt vehonaye. Wekî tevnî bi hostatî pîrtûka dengê zê raçandiye.
   Li aliyê din colemêrg û gever baş taswîr nekiriye. Ev herême baş nedane pênasin. Her çi qas di hine cihan de taswîra cihan kirî bejî;li gorî min kêm e. Dikarî bihostatî xwezaya colemergê taswîr bikira.
    Derûniya zarok û cîhana wan xurt dahurandiye. Bandira olî ya neyênî ya li ser ruh,mejûyê zaroka berfireh nivîsandiye. Bandorên neyênî yên olê ji bi zanyarî piştpal dike û neyêniyên li ser zarokan xurt dahurine. Di medresan de çawa zarokên kurdan li ser navê islamiyetê hêrane û bişkivandine. Medresên olî çawa bûne cih û warê bişkivandin û pîra bişkivandina dewletê. Derûniya zarokan şareza û zanyarî pêşkêşî xwendevan dike. Bandora olî ya neyênî ya li ser ruha zarokan bi zanyarî peyt dike. Li ser navê perwerda olî cawa zarok tên bişkivandin û cawa di destarê islamiyetê de tên hêrandin. Ji hişmendiya netewî tên dûr xistin. Ji çanda xwe biyanî dibin,dirûvê netewek din didin wan. Derûniya zaroka bitirsa xweda,şêx,quranê çewt dikin û li gorî armanç,daxwazên xwe perwerde dikin. Nivîskar vê siyaseta rezil,bişkivandin wekî sinemayekê bi me dide temaşe kirin. Bi peyvên hêsan,rojane ji xwendevana re parve dike. Rastiya cemaet û dewletê bi zimanek xweş bi me dide fehm kirin. Bi jiyan,jîyerên xwe rastiyên siyaseta qirêj û rêvebirina dewletê ya li ser medresa,mela,seyda,şêx û cemaetan minak dide. Bi ezmûn û jiyana xwe minaka dide,pîr dûr naçe. Bêvir,xapandin rastiyên cemaetan û fêhl û fenên wan hevpar dike.  
       Medresan di dîroka gelê me de rolek sereke leyîstiye. Ehmedê xanî,melayê bateyî tê de rabûne. Muhra xwe li dîrokê xistine. Ji ber van zatên pêşeng herdem gelê kurd bîr û bawerî bi medresan anine. Bûne cihê zanyarî,perwerdê û wejeya kurdî. Nivîskar van herdu medresan hev rû dike. Lê mixabin medresên sala 90ê ji bo berjewendiyên seyda, şêxan rolek girtiye ser xwe. Zarokên kurdan li gorî siyaseta dewletê perwerde dikin.

Li gorî daxwazên hine cemaet,koman rêdibin. Di medresê de destdîrêjî zarokan dikin;lê mixabin bi merifeta seyda ev bûyer tê girtin. Wekî qet nehatî jiyankirin wisa ser lê têgirtin. Ji aliyê Musa ve  Yaqubê biçûk tê tecawizkirin. Musa ji mamostê medresê û zilamê şêxê mezin e. Dibin bask,parastina şêx ,seyda ve ye. Ev bûyere tê girtin,li ser nayê niqaşkirin. Nivîskar bi van bûyerên rûreş,bêrûmet peyamekê dide. Peywendiyên medresê , imam hatibê  û komên veşartî eşkera dike. Lewra bi alikariya hêzên dewlet,cemaetê şagirtiyên xwe li imam hatibê cih dikin. Li ser navê pîrtûkxanan karên xwe yên neqenc dimeşinin. Bi van kîryarên neqenc ve neynikê digire roja me.
     Xwendevana di nav pêl,bagerên peyvandan dibe salên 90ê. Bihêza peyvê û pênûsî salên notê diîne roja me. Bûyerên sala 90ê bi mînak,ezmûnan bi nîvşê nû re hevpar dike. Li xaka wan çi hatiye jiyan,qewimiye wekî belge filmekê bi nîvşê nû dide temaşekirin. Dibêje cîwanên sedsala 21a van bûyeran jîbîr mekin. Ev bûyerên nexweş,dîjwar,zor û zilm hatine serê xweşk,bira,bav û diyên we. Ev êş,elem,jan,kuşt,komkuştin li ser axa we hatine jiyankirin. Bi destê hine derdor,koman zilm ,zordarî,îşkençe li welatê me hatine kirin,van jî bîr mekin. Bila herdem li bîr û hişên we de zindibin. Dozek pîroz,zor hatiye dayin û em hatine van rojan.
     Salên notê bihostatî di nav rûperên pîrtûkê de nivîsandine. Hem şahidê bûyerane hem ji bersûcê hem ji ew bûyer jiyan kirine. Têkiliyên dewlet,cemaetan wekî wênevanekê li ber çavên me xîz dike. Wan salan bayê zilm,zordariyê bi çi awayî li ser axa me hatiye meşandin bi riya kesayetên rast dide xwendin. Bi hêza peyvê pîrekê navbeyna salên notê, sedsala me de dide avakirin. Li ser vê pîra wêjeyê nîvşê nû dibe wan salên metirsinê. Wekî arşivekê rûperan li ber xwendevan vedike. Yên salên notê jiyan kirî cardin wan rojan dijîn û yên ne jiyan kirî ji dibin xwedî agahî û şahidên wan salan.
    Tiştê herî balkêş siyaset,planên dewletê yên li ser colemergê bidilwêrekî nivîsandine. Tiştên balkêş ,veşartî,nehatine aşkerakirin radigihine roja me. Gelek bûyer li bajêrê colemergê hatine jiyankirin û hatine veşartin,xefkirin. Gelê wî bajêrî ji agahî bi hine tiştan nebûye. Lê nivîskar van bûyer,kar û xebatên qirêj aşkera dike. Çala cehnemê di salên notê nav û dengbû. Kesê dihate revandin dibirin wir û îşkençê re derbaz dikirin. Gelek kes ji li vir hatin berzekirin. Jin ,zilam ,xort li vir rû îşkença ,destdîrêjiya dihat. Çi hatibe jiyankirin ew nivîse,ne kêm ,ne zêde nenivîsiye. Çi qewimibe ew hevpar kiriye. Bêderew her tiştî dinivîse. Li gele cihên pîrtûkê mirov matmayî dimine. Pênûsa xwe bi hostatî bikaraniye xwendevana şaş dike. Bûyeran di mejûyê mirovan de zindî dike. Di bajarekê de plan,xebatên li ser netewekê bi çi awayî hatine rêsandin ,teşekirin eyan û beyan dike. Ji medreseyekê derdikeve rê,plan,leyîskên dewletê yên li hember gelekê bi zanyarî piştpal dike.

Di nav van bûyerên genî,gemar,geremorê de evînek bêhempa derdixe hember xwendevanî. Di nav vê geremorê evînek wekî mem û zînê mirov hestiyar dike. Lehengên evîndar tuşî leyîskeke genî dibin û berê xwe didin çiyan. Di hemî demê de destdirêjkirina jin û keçên kurdan ji dinivîse. Kuştinên nediyar û zilm û îşkençên li ser gelî bipeyvan radixe ber çavan. Ev roman e arşivê salên notê ye. Nivîskar ji bi xwe şahid,bersûc û govanê zindî yê wan salên dîjwar e. Serwerê gelek bûyerane, ji ber vê yekê romanê xwe şareza,zana honandiye. Her çi qas hinek kêmasî hebin ji romanek xurt peşdarî wêjeya kurdan kiriye. Pênûsa nivîskarî bi hêze. Serwerî peyvên kurdiye. Devoka colemergê baş bikar aniye. Pênûs û destên wî sax bin.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mehmet Gur Derheqê Pirtûka ‘Dengê Zê’ de Nivîsî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *