Trend Nûçe

Dayikên Şemiyê cardin hatin desteserkirin
Aktûel

Dayikên Şemiyê cardin hatin desteserkirin

10 حوزه‌یران 2023
0

Dayîkên Şemiyê ku her rojên Şemiyê li Stenbolê bo xizmên xwe yên hatine windakirin çalakî lidar dixin, vê hefteyê cardin...

Read more
Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e!

Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e!

10 حوزه‌یران 2023
Li Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin

Li Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin

3 حوزه‌یران 2023
Çawişê pispor ê li Geverê bûbû sedema mirina zarokekî serbest hate berdan

Çawişê pispor ê li Geverê bûbû sedema mirina zarokekî serbest hate berdan

9 حوزه‌یران 2023
Kabîneya nû dê li meclîsê sûnd bixwe

Kabîneya nû dê li meclîsê sûnd bixwe

5 حوزه‌یران 2023
شه‌ممه‌, حوزه‌یران 10, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Mehmet Gür Nivisî: Cîvanok

Mehmet Gür Nivisî: Cîvanok

Mehmet GürbyMehmet Gür
13/01/2022
in Taybet
A A
0
Mehmet Gür Nivisî: Cîvanok
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

       
Ez ê vê heftiyê di qunc nivîsa xwe de cih bidim çivanokan an jî zûgotina. Hinek çivanokan bi xwendevanan re parve bikim. Lê berî parvekirinê hewceyî şîroveke kurt heye. Di  derbarê zûgotinoka de çend gotinan bêjim.


    Wekî hemû zimanên di cîhanê de pir çîvanok di zimanê kurdî de hene. Ev pirbûna wan dewlemendiya zimanê me nîşan dide. Ziman di hemû qadan de xwe pêşdixe û geşbûna di xwe de damezirine û bipeyvan dileyîse. Çîvanok ji beşek ji beşa wêjeya ziman in , di dîroka zimanê kurdî de cihek giring digirin. Ji bo pêşketina zimanê me rolek mezin leyîstiye. Her çi qas gotin , lêvkirina wan zor bejî , dîsa di geşkirina ziman de rolek giring dileyîse. Bi riya henek , leyîska ev taybetmendî û behremendiya kurdî ragihandiye roja me.  Bi vê xususetiya xwe ya yariya nehiştiye zimanê kurdî berze bibe.  Bi şêwazek henekî gelek peyv û geşbûn peşdarî zimanê me kirine. Civak bi şêwazên cûr bi cûr  zimanên xwe pêşdixin , diparêzin. Wêje, helbest,felsefe, zanyarî, mamik û çîvanok ji jî van cûrên parastin û pêşxistinê ne.
     Çîvanok di hemî  demê de rastaxiftina gelan û kesan ji serrast dike. Axaftina xweş û bi bandor ne jêhatiyek Xwedê ye ku tê fikirîn. Ew jêhatîbûnek e ku bi ked û zehmetiyê tê bidestxistin, heta hunerek jî. Mîna her hunerî, ew jî xwedî rêbaz, nazik û teknîkên xwe ye. Werzîşkirina bi risteyên ferhengî yek ji van teknîkan e.
Ev temrîn dê ji bo kesên ku nikanin bi hêsanî peyvan bêyî daqurtandina tîpan û paşketina tîpan bilêv bikin, bikêr be. Çîvanok ji teknîkeke ji rastaxiftinê. Hemû netew ji bo xweşpeyvinê wekî teknîkekê çîvanoka bikartinin. Divê em çîvanoka tenê ji bo tinazî , şahî û kêfê ne fikir in.  Di hemî  wextî de amûreke ji bo rastaxiftinê. Gele sûdê dide ziman û rastaxiftina netewê.
   Vêca em werin ser sûda çîvanoka ya zanyarî. Em bi kurtasî bi çend xalan rêz bikin.
   Sûda xwendina çîvanokan
Ew beşdarî pêşveçûna mêjî dike.

Pêşî ji bîrkirinê digire.

Axaftina xweş û watedar pêş dixe.

Hêza vegotinê zêde dike.

Ew şiyana ramanê xurt dike.
  Em hinek çîvanokan bi xwendivanan re par ve bikim.
  1. Kurm qurm kul kir
  2  Heft teşt mist nîsk
  3 Rûvî li rê zivirî , rê li rûvî zivirî
4 Min pişk û mişkê di kolê de. Min pişk xwar , mişk ma tê de.
5.. Sêv gindirî min sêv xwar
gû gindirî min sêv xwar.
6.Ez çûm çiyayê şerzê
şeş pez kuştim bi rêzê
tirrb, ez im kurê şeşpezkujê.
7.Şîva sofî sîso şîş in.
8 Ez çûme şirîşansê
şeş seyê şeroyê şirîşansî hebû
her şeş seyê şeroyê şirîşansî şer dikirin
şer şerê şeş seyê şeroyê şirîşansî bû.
9.Çîrokê,çiçvanokê
golga xanê,çû meydanê
ez kuncî,tu kuncî
ser textikê birincî
ez firîm tu mayî cî
10.Mast dibe çeqilmast
çeqilmast nabe mast
mast xweştir e ji çeqilmast
11.Hîvê hîvê zengilzîvê
diya min gilora şîr petîye
gazî kurê mîr kirîye
para min bîr kirîye.
12.Konê me (bi) qîrê ve
qîr (bi) konê me ve.
13.Remo remo respî
çû ser darê reqisî.
14.Sê selêk bi avê de tên
yek mû, yek tû,yek gû
bidesta çûm mû
bi devî çûm tû
bi piya çûm gû
15.Darê min qul darê bavê min qul darê min di qula darê bavê min de
16.Givîj û vîjik li rastê bû min givij xwar vijik ma.
17.Min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. qijikê berê xwe da min, min
got “qij.
18.Çêçik û kûçik di malê de. çêçik firiya, min çêçik xwar. kûçik firiya, min çêçik xwar
19.Ez çûm ber çem min du sing anî
min yek kuta kadîna kayê
min yek jî da destê dayê.
20.Ez çûm nav rez
min dît hirçek tê de ye
vêca me xwe avêt hev:
min rît wê xwar
wê rît wê xwar
min rît wê xwar
wê rît wê xwar
21.Derziya min qul, derziya te qul
derziya te di qula derziya min de,
an jî
darê min qul, darê te qul
darê te di qula darê min de.
22.Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik.
23.Şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye.
24 Şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.
25.. Ya allah ya xwedê
melê bazda ser medê
bi qewl û resûlê xwedê.
26.Ez çûm mala mele remezan,
min got bûka mala mele remezan
kanî mera mala mele remezan.
27.Ez û karî li min bû tarî
ez û qîvar li min bû êvar
ez û kereng li min bû dereng.
28.. Rovî rovî rovî bi rindik
serê dûvê rovî kincik
rovî çûye mala xala
li rovî kirin barê dara
bihijmere nehijmere
jimera rovî bist û çar e.
29.Havîn hat tişt û mişt
payîz hat li ser rûnişt
zivistané got ka
te ji min ra çi hişt
30.Tû û gû di kevçî de, min tû xwar gû ma di kevçî de. 

  1. Ez çûme mala Sofî Şerîf
           Hate min sayê sor ê Sofî Şerîf
           Min gotê tite sayê sor ê Sofî Şerif
           Her hate min sayê sor ê Sofî Şerîf
  2. Ez çûme mala Mele Remo
           Min gote jina Mele Remo
            Ka mera mala Mele Remo

        

Tags: Civanokkürt DiliKürtçemehmet gür
ShareTweetSend
Previous Post

Li Wanê 5 Rojnamevan Hatin Berat Kirin

Next Post

Li Wan û Amedê Nobeda Edaletê didome

Mehmet Gür

Mehmet Gür

Nivîskar

Next Post
Li Wan û Amedê Nobeda Edaletê didome

Li Wan û Amedê Nobeda Edaletê didome

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.