Mehmet Gur nivîsî: Rûyê xweda

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

 
Pîtûkên pîroz dibêjin xweda ” mirov ên  ji rûyê xwe afirandî.” Heke mirov ji rûyê xweda hatibin xuliqandin , xweda rûyek lewitî yê heyî.  Li ser rûyê cîhanê çi rû ji rûyê mirovan reştir û lewitirîn nîne.


     Çima mirov afirandina xwe dibe rûyê xweda ve girêdide. Armança vî ramanî ew e ku mirov wecekê ji xuliqandina xwe bigire. Xwe di nav afirandî de cuda û mezin nîşan bide. Rolek û peywirek cuda ji bo xwe bi afirine. Misyonek mezin , bixof digire ser milên xwe. Ji ber wê ji di nav xeyal û çîroka de xuliqandina xwe şîrove dike. Dibêjin ” ev cîhan a ji bo mirovan afirandî.” Her tiştê hatî xuliqandî ji bo xizmet , wecdarî , pêwistiya me hatine çêkirin. Hemû tiştên xwedîgiyan û bêgiyan ji bo ku em wecê jê bibînin ên hatine xuliqandin. Tiştên zindî û heyber ji bo jiyana wan hêsan bibe wekî amûrekê dibînin. Ev manqite wan ji ezperestiya wan tê. Lewra xwe xwedî , xwedayê hemû tiştan dihesibinin.Xwe kerrek ji rûyê xweda his dikin. 

Xwe efendiyên her tiştî dibînin. “Me ew ji pirê heyînên ku me afirandiye bilindtir kirine.” Ev ayeta quranê ji afirandina mirov ji hemû xuliqandin giyandaran ciyawaz digire û wate û nirxek têvel dide tê.  Mirov di nav giyandaran de yê herî rûmet berztirîn nîşan dide. Mirov ji , jî ber vê sedemê xof , meznahiyê bi xwe diîne , xwe navenda cîhan û gerdûnê dibîne. “Di nav hemû mexlûqan de Birûmettirîn, esasê Gerdûnê; “Mirov”.  Mirov li ser van bingehên ayetan xwe rengdêrê rûyê xweda dibînin. Pêwendiya afirandina xwe têkildarî perçekî xweda dikin. An dibêjin em ji nûra wî , an jî dibêjin em ji rûyê wî hatine xuliqandin. Di mitolojî û olandan ji afirandina mirovan têkildarî xweda ye.

Di herdu şirovan ji de teqez afirandina mirovan bi qedr û rêz şirove kiriye. “Bi rastî me kurên Adem bi qedr û qîmeteke bilind qedrê xwe daye.” (Îsra: 70). Kurên Adem her çar pîrtûkên pîroz li derdorên afirandina xwe ava kiriye.  Xwe kiriye navenda mitolojî hemû olan. Ol li gorî xwestek , pergalê fikirên xwe şîrovekirine. Esas mirovan ji rûyê xwe Êzdanek xuliqandiye. Ne mirov ji rû , nûra Êzdan hatine afirandin. Mirovan di dêr , perestgehên xwe de ji mejû , rûyê xwe yê lewitî xwedayek çêkiriye.” Min ji ruhê xwe pê daxist.” (Sad: 72) Em binêrin vê ayetê Xweda dibêje mirovan hûn kerrek in ji rûyê min. Lê heke Xweda qençî , paqî , çaqî û rastî be. Teqez mirov ji rûyê wî ne hatine afirandin. Ev çîrok , ayetên afirandina ji rûyê Xweda berhem , çîrokên mirovan bi xwe ne. Cudahiya navberî mirov û ajalandan ramandın , razberkirin , kardariye. Vêca kurên Adem pir xasûk bûn. Xwe kirin bingehê mitolojiyan. Rûyê xweda Êzdan.  Ew Êzdanê ji rûyê xwe afirandî , bi wî Êzdanî gerdûn , cîhan ,ajal  û xwe afirand.

Lê afirandina xwe têkildarî rû, nûra wî kir. Xwe kirin nûner , qazid û parastvanên wî. Perestgeh avakirin , kirin malên Xweda. Di van dêran de desthildarî ya Xweda raçand. Xwe kir siya xweda. Gotin em nûnerên Xweda yên li ser rûyê erdine. Li ser navê Xweda talan û şelandin pêk anin. Dest bi dagirkeriyan kirin. Herder şeland , kuştin , zilm kirin. Bingehê şer , zilm , zordariyê li ser navê Xweda avêtin. Her cîvakê  ol , Xwedayê xwe rast ,mafdar xwediyê gerdûnê dît. Ala ola xwe bilind kirin , olên din dîl girtin , kafir îlan kirin. Kuştin , kolekirina caiz dîtin. Bûn şûr , tolhilgerên Xweda. Li ser navê Xweda desthildariyên xwe fireh kirin , xak , gel dagirker û radest girtin.
 

   Ew werin ser rûyê xweda mirovan. Heke rast be mirov kerrek ji rûyê xweda be. Rûyek lewitî yê heyî. Rûyê wî li ser rûyê erdî zilmek dojehî meşandiye. Xweza û mirov tarûmar kirine. Komkujî , destdirêjî kirine. Zarokên yek salî dane ber şûr , gûleyan. Mirov bû xwînmêjê mirovî. Ziman , çanda hevdu qedexe kir. Yê ne ji ola wî kafir pejirand û qetla wî helal dît. Mislimanan digot yê heft êzidiyan an ji îseviyan bikuje dê bêpirs û bersiv biçe bihuştê. Herkesê Xweda , ola xwe heq dît û olên din batînî , betal pejirandin. Li ser navê xwedayê xwe wekî pezî mirov serjêkirin , avêtin nav agirî. Jin , malê hevdu desteser kirin , jiyan li hevdu kir jehr , jan.

     Vêca heke mirov ji rûyê Êzdan be rûyek lewitî yê heyî. Not û neh navên xwedayên heyî , yek jî qehr e. Dibe mirov xwe ji vî navî afirandî be. Ez di wê baweriyê de me ku mirov ne ji rûyê Xweda hatiye xuliqandin. Lê mirovan ji rûyê xwe yê lewitî Êzdanek afirandiye. Lewra Xweda ev qas zalim , ne qenç , ne rast ne paq nabe. Çawa zarokek bêguneh , bêtawan dê were kuştin li ser navê wî dê bêdeng bimine. Divê li hember kîryarek wisa zilmkar bêdeng nemîne.Hesaba vê bûyera derçûyî mirovahiyê bêbersiv nehêle. Ew Xwedayê gerdûn afirandî xurû paqî , çakî ye.  Reng û dirûvê xwe bide jiyana mirovan. Li hember kîryarên bêwîjdan , bêsinc bêdeng raweneste. Ez dîsa dibêjim mirov ji rûyê xwe yê lewitî xwedayek xuliqandiye. Mirov ne ji rûyê Êzdan ê paq , çak ,rast , qenç nehatiye xuliqandin.

Nivîskar: Mehmet Gur

 

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mehmet Gur nivîsî: Rûyê xweda

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *