Meral Akşener dê biçe Suriyeyê

featured
WÊNE: RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu daxuyand ku, dê Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener biçe Suriyeyê û bi Beşar Esed re hevdîtinê bike.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê û Şêwirmendê Meral Akşener Kurşad Zorlu, di civîna çapemeniyê ya di meclîsê eşkera kir ku Seroka partiya wan Meral Akşener wê biçe Suriyeyê û wiha domand: “Dê Meral Akşener serdana Sûriyê bike û bi Beşar Esed re hevdîtinê bike. Di rojevê de 4 mijarên girîng hene, ku ligel Esed bên axavtin. Em ê banga çareserî û lehevhatinê ya Seroka me ya Giştî bi rêyeke fermî bigihînin Wezareta Derve.”

Ew her çar xalên ku Zorlu bilêv kirine ev in:

-Ji bo Sûriyên ku bi neçarî welatê xwe bicî hiştine vegerin welatê xwe alîkariya dabînkirina mercên aborî, civakî û ewlehî.

-Ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyê rawestandina çalakiyên PKK/YPG’ê û diyarkirina stratejiyeke hevbeş.

-Ji bo jinûve avakirina Sûriyê û vegera wê bo nav civaka navdewletî alîkariya dîplomatîk.

-Helwesteke hevbeş li dijî “rêxistinên terorî yên ji bilî PKK/YPGê” ku li Sûriyê çalak in û li ser ewlehiya Tirkiyê û Sûriyê gef in.

Zorlu, derbirî ku bo serlêdanê heta çend rojan ew ê serî li Wezareta Karên Derva bidin.

Hêjayî gotinê ye ku di serî de Serokkomar Recep Tayyip Erdogan di demên dawî de berpirsên Tirkiyê daxwaza asayîkirina peywendiyên ligel Sûriyê tînin ziman. Herî dawî jî Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ku li Tirkiyê wek hevpeymanê desthilatê yê veşartî tê dîtin, ragihdandibû ku dê wek partî di demeke nêzîk de serdana Şamê bikin û ligel Beşar Esed bicivin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Meral Akşener dê biçe Suriyeyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *