MetroPOLL’ê anketa xwe eşkera kir: Gelo rewşa dawî çiye?

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şîrketa Lêkolînên Civakî MetroPOLL encamên lêkolîna derbarê berbijêriya Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş de eşkere kir.

Xwediyê MetroPOLL’ê Ozer Sencar li ser hesaba xwe ya Twitterê encama anketa nû ya derheqê mijarê de ragihand.

Di anketê de ji welatiyan hatiye pirsîn, “Eger di hilbijartinên pêşerojê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu û Selahattin Demirtaş bibin namzed, hûnê dengê xwe bidin kê?”

Li gorî bersiva beşdarên anketê Erdogan ji sedî 40,1, Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglu ji sedî 30,2 û Demîrtaş ji sedî 15,2 dengan distînin. Ji sedî 97’ê dengderên AK Partiyê dengên xwe didin Erdogan, ji sedî 80,2’ê dengderên CHPê jî dengê xwe didin Kiliçdaroglu.

Dîsa li gor anketê, ji sedî 60,3’ê dengderên ÎYÎ Partiyê di nava berbijêrên serokkomariyê de, Kiliçdaroglu hildibijêrin.

Di nava dengderên CHP’ê de, hejmara kesên ku gotine dê dengê xwe bidin Erdogan ji sedî 4,6 û kesên ku deng didin Demîrtaş jî ji sedî 9 hatiye ragihandin. Ji sedî 91,3’ê dengderên HDP’ê gotine ku ew dê dengê xwe bidin Demîrtaş û ji sedî 8,7 jî dengê xwe bidin Kiliçdaroglu.

Ji dengdêrên MHP’ê helwestek sosret

Li gor anketa  MetroPOLL’ê ji sedî 84ê dengderên MHP’ê dixwazin careke din Erdogan bibe Serokkomarê Tirkiyê. Herwiha ji sedî 8,4 kesên ku di vê anketê de  dengê xwe dane MHP’ê, di nava berbijêrên serokkomariyê de piştgiriya Demîrtaş kirine.

Welatiyên ku di anketê de dengê xwe dane Partiya Saadetê ji sedî 42ê wan kesan piştgirî dane berbijêrê CHPê Kemal Kiliçdaroglu. Li gor encamên anketê rêjeya endamên wê partiyê yên ku dixwazin Erdogan careke din wek Serokomar bê hilbijartin ji sedî 25,8 hatiye tomarkirin.

Ji dengderên IYI Partiyê jî, ji sedî 11,8 dengê xwe didin Erdogan û ji sedî 9,5 jî deng didin Demîrtaş.

Di anketê de rêjeya kesên ku gotine “dengê protestoyê” ji sedî 10,5, herwiha yên bêbiryar ji sedî 3,3 û yên ku bersiv nedane jî ji sedî 0,7 hatiye tomarkirin.

serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
MetroPOLL’ê anketa xwe eşkera kir: Gelo rewşa dawî çiye?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *