Mexdûrê Qanûna Îmarê: Milkê me ji hinekan re tê pêşkêşkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Welatiyê bi navê Necmettîn Dîrek ku li taxa Kurubaş a navçeya Artemêta dijî ji ber xala 18’an a Qanûna Îmarê mexdûr bûye. Dîrek gazincên xwe anîn ziman û wiha pirs kir, “Ma em welatiyê Tirkiyeyê nînin? Çima me mexdûr dikin”

Bi xala 18’an a Qanûna Îmarê milk û erdê welatiyan beyî daxwaziya wan bi destê Walitî an jî saziyên fermî ve tê îstimlaqkirin. Li şûna cihên hatine îstimlaqkirin jî ji welatiyan re hin cihên din yên ku ne li gor dilê wan tê dayîn. An jî wana ji milkek din re dikin şirîk. Ev yêk jî rê li ber gelek mexdûriyetiyan vedike.

Li Taxa Kurubaş a bi ser navçeya Artemêta ya Wanê jî ji ber xala 18’an mexdûriyet derketine holê. 12 sal beriya niha xala 18’an li vir hatiye pêk anîn.

Yej van mexdûran jî niştecihê heman taxê Necmettîn Dîrek ê 61 salî ye. Mal, milk û baxçeyê Dîrek ku bi qedek mezin ava kiriye, niha ketiye ber xala 18’an a Qanûna Îmarê û weheye ku ev milk ji destê wî biçe. Li gor qanûnê ji sedî 50 milkê Dîrek, wê bidin kesek din. Dîrek dibêje ku tevî milkê wî hima bêje hemû erdê taxê di navbera 70-100 kesan de hatiye parvekirin.

’Piştî 61 saliya xwe min karî ez bibim xwedî mal’

Dîrek da zanîn ku ev milkê ji bav û qalan ji wan re maye û wî encax piştî 40 salan kariye ji xwe re malekî çêke. Di berdewamiyê de Dîrek mexdûriyeta xwe wiha anî zamin: “Bi pêkanîna xala 18’an hemû mal û milkê min dane yekî din. Piştî 61 saliya xwe min encax kariye ez xwera avahiyekê çêkim. Piştî ev der ji destê min standin, ezê bikevin dibin kîşan dîwarî? Ka we (bo dewletê) ji welatiyan re avahî çêdikin. Min ciwantiya xwe di vî gundî de derbas kir. Di baxçeyê min de darên guzê yên 30 salî hene. Min bo ku rehetî biçim nava rezê xwe pergalek ava kiriye. Niha ez dê çi bikim”

Mexdûrê Qanûna Îmarê: Milkê me ji hinekan re tê pêşkêşkirin - imar kanunu 18 madde 1 1
Necmettîn Dîrek

Her wiha Dîrek derbirî ku milkê wî ji hin kesên din re hatiye pêşkêşkirin û wiha axivî: “Min ji bo xwe pergala teleferîkê ava kiriye ku ez rehetî biçim nava rezê xwe. Dîsa bo avdaniyê min bi derfetên xwe tora avê ava kiriye. Min ev der wekî zarokekê xwedî kiriye. Niha dibêjin tu keda te nîne û ez min dişînin çolteriyê”

‘Daxwazname nayên qebûlkirin’

Dirêk herî dawî got ku hemû serdanên wan yên fermî hatine redkirin û daxwaznameyên wan nayên qebûlkirin. Wiha gotinên xwe wiha bidawî kir: “Ez niha dixwazim bo zarokên xwe avahiyekê çêbikim, lê nikarim. Çiwa, çimkî milkê min dane yekî din. 70-100 kes bo erdê kirine şirîkê hev. Mala yekî dane kesek din. Ma ev kes welatîyê vê dewletê nîne. Em diçin şaredirayê dibêjin ‘Em nikarin tiştek biki’ Tu kes ji me re nabe alîkar. Em ne li dijî Îmarê ne. Lê bila mala me nedin yekî din. Em niha gelek şerpeze bûne.”

Vîdeo- Montaj Dildar Guler

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mexdûrê Qanûna Îmarê: Milkê me ji hinekan re tê pêşkêşkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *