Mitînga ‘1’ê Îlonê’ li Wanê bi coş destpê kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Parka Musa Anter a Aştiyê bi durişmeya ‘Şer wê bide windakirin, Aştî wê bibe serkeftin’ tê lidarxistin, bi tevlibûna sedan kesan bi avayekî coş destpê kir.

Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê ya Wanê tê pîrozkirin. Beriya mitîngê bi sedan kes bi tevlibûna Hevsera Giştî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li cem avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê hatin ba hev û ber bi qada mitîngê ve dest bi meşê kirin. Piştî ku girseya qelebalix gihişt cihê mitîngê nokteyên lêgerînê yên li ser cadeya Millî Egemenlîk di lêgerînê de hatin derbaskirin û wisa ketin qadê.

Mitînga ‘1’ê Îlonê’ li Wanê bi coş destpê kir - 1 eylul miting van basladi 5 750x500 1

Kincên gelerî yên jinên ku qada mitîngê tuje kiriye, dîmenên rengîn derxist holê. Bername wê bi axaftinên Serokê Desteya Rêveber Sedat Duşunmez,  Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan, Hevseroka DBP’ê yê Wanê Gulderen Varli, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û stranên Koma Sorjiyan û hunermend Azad Bedran berdewam bike.

Mitînga ‘1’ê Îlonê’ li Wanê bi coş destpê kir - 1 eylul miting van basladi 2 1140x570 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mitînga ‘1’ê Îlonê’ li Wanê bi coş destpê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *