Navdarê nemir yê edebiyata Kurdî: Feqiyê Teyran

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Helbestvan, Nivîskar û Feylezofê navdar ê edebiyata klasîk a Kurdî Feqiyê Teyran, ji bo edebiyata Kurdî gelek berhemên dewlemend dane. Feqiyê Teyran, ango ‘Xwendekarê Çûkan’  disa 1561 ê mîladî yanî 971 ê hîcrî li gundekî Miks ê bi navê Werezoz ê hatîye dinê. Teyran ku yek ji nûnerên pêşîn ên edebiyata klasîk û tasawufî ya Kurdî ye, gelek helbest, çîrok û destan nivîsandine û berhemên wî heta roja îro mane.

Nivîskar û lêkolîner Xalid Sadînî derbarê jiyana edebî ya Teyran de bi Serhat Newsê re hin nirxandin parve kirin.

Xalid Sadînî  bi gotina “Feqiyê Teyran, xizîneyeke. Mirov nikare çend kelîmeyan behs bike” dest bi nirxandina xwe ya li ser Feqiyê Teyran dike.

‘Teyran,  piranî ketiye dibin tesîra pirtûka Ferîdûddin Attar’

Sadînî, despêkê de derbirî ku cara ewil li gundê Werezoza bi ser Miksê dest bi perwerdeyê kiriye û wiha dibêje, “Feqîyê Teyran sala 1561 ê mîladî yanî 971 ê hîcrî li gundekî Miks ê bi navê Werezoz ê hatîye dinê. Dersa xwe vê derê xwandîye. Çûye medresê. Li wir medresa Mîr Hesenê Welî heye, di wê medreseyê de xwandîye û pişt re di nava kitêbê xweda ez bawer dikim ku ew rastî kitêba Ferîdûddin Attar a binavê Mantiku’t Teyr-ê hatîye.”

Sadînî anî ziman ku her wekî tê zanîn di nava medreseya Kurdî de ji xeynê kitêbên Erebî, kitêbên Farisî jî dihatine xwendin. Wekî Bostan û Gûlîstan ya Sadî, Dîwana Hafiz û kitêbên Ferîdûddin Attar. Li gor Sadînî, Feqîyê Teyran piştre kitêba Ferîdûddin Attar dîtîye û ji felsefeya wê gelek tesîr dîtîye. Navê Feqîye Teyran ya esasî Mihemmed e. Ji bilî wê gotîye; “Ez feqî me. Feqîyê Teyranim.”

<strong>Navdarê nemir yê edebiyata Kurdî: Feqiyê Teyran</strong> - Navdare nemir ye edebiyata Kurdi Feqiye Teyran 1

Di berdewamiya axaftina xwe Sadînî behsa çîroka ‘Sîmûrgê’ jî dike û van tiştan dibêje, “Yanî teyran zanî. Efsaneya sîmûrg ê heye. Ka çawa çûne, çawa refên xwe peyda kirine. Felsefeya wehdetê-vûcut di pê re çêbûye. Tevî vê di helbestên xweda behsa xwe, feqîtiya xwe û feqiyê teyranîya xwe dike. Lê di helbestê wêda mexlasa vî ‘Mihê ye yanî Mihemmed’ e.”

Wî gelek destanên girîng li pey xwe hiştine

Feqîyê Teyran di jîyana xweda gelek qasîde, xazel nivisîye. Sadînî behsa destana ‘Bersisê Abid’ jî dike û dibêje, “Ev destan 211 beyte. 211 beytên gelek girîngin behsa Bersîsê Abid dike. Şexê Sen’an nivîsîye. Ew jî 364 beytin. Ev 364 beyta raste rast ji Ferîdûddin Attar newergirtîye. Yanî ewê wê derê li îlane kî Kurdî kirîye bes wergera vî nayê hesapkirin. Lewra şêxê Ferîdûddin Attar em bêjin Bersîsê Abid e, lê Feqîyê Teyran ji xwe re piranî Ferîdûddin Attar wekî şêx dîtiye û qîma xwe pê anîye. Feqî, Ferîdûddîn Atar  wekî serlehen xwe diyar kiriye.”

<strong>Navdarê nemir yê edebiyata Kurdî: Feqiyê Teyran</strong> - Xalid Sadini
Xalid Sadînî

Feqîyê Teyran çend destanên Kurdî ku heta roja me ya îro hatine jî li pey xwe hiştine. Di vê derbarê de Sadînî wiha gotiye, “Mesela çîroka Zembîlfroş nivîsîye. Ev di nava Kurdan de wekî efsaneyekî ye. Li gel vê jî destana şerê Keleha Dimdimê ku di navbera Kurd û Eceman de rû dabû jî, nivîsandiye. Destaneke dirêj li ser jîyana xwe, kalbûyîna xwe û emrê xwe yê davî jî nivîsandiye. Helbesta “Dilo rabe dilo rabe” di 70 salîya xweda nivîsîye û di wê salê de jî çûye ser dilovanîya xwe. Destanekî gelek dirêj li ser avê nivîsîye. Ji bilî wêjî gelek helbestên wî hene.”

‘Hevalbendîyeke wî li gel Melayê Cizîrî hebûye’

Sadînî, derheqê tesîra Feqiyê Teyran ya li ser edebiyata Kurdî de jî wiha axiviye: “Tesîra Feqîyê Teyran li ser edebîyata Kurdî gelek çêbûye. Hevalbendîyeke wî li gel Melayê Cizîrî jî hebûye. Ew û Melayê Cizîrî danberhev gel yek kirine. Runiştine xarê herdûkan helbest avîtine ber hevdû. İlmê hevdû zanîna hevdû istibdada helbestên hevdû hevsengan bûne. 50 beytan ew jî şaîretî gelek girînge di edebîyata Kurdîda.”

Sadînî anî ziman ku ji bilî vê 3 xusûsiyetên Feyqiyê Teyran hene û wiha domand: “Ku yek ji ewê di dîroka edebîyata Kûrdî de tesawufa gelerî yanî edebîyata gelerî kirîye. Ehlê medresêye lê ehlî dîwanê nebûye. Ji bo xelkê gotine helbestên xwe gelek hêsan,  gelek salahî gotine ku bala pitir helbestên wî hatine ezberkirin li ser devû zarê xelkê bûne. Heta vê gavê jî gelek însan hene ku helbestên Feqîyê Teyran ezbere dizanin. Ya dûyem Feqîyê Teyran şairekî mîllîye, şairekî netewîye. Ji ber ku hemaset edebîyata wêda heye mesela li ser ehlê tasawufê bûye, sofî bûye, gelek mutewazî bûye heta tev emrê xweda wekî feqî daye naskirin. Li ger vê tiştî em dikarin bejin wêk Destana Keleha Dimdimê destanek çêkirye. Di destanê de qehramanîya Kûrda, qehremanîya jina Kûrd, qehremanîya ciwanên Kûrd û mîr û axayên Kurda anîye pêş. Eve tiştekî gelek girînge Feqîyê Teyran ev şolê kirîye.”

Feqîyê Teyran sala 1631 ê da li gundê Şandîs ê, navbeyna Hîzan û Bêhdarê mintiqa nemiran çûye ser dilovanîya xwe. Goristana Feqîyê Teyran piştî mirina wî 70 salan ger Hûseyîn Beg, goristan wekî weqfê çêkirine.  

<strong>Navdarê nemir yê edebiyata Kurdî: Feqiyê Teyran</strong> - Navdare nemir ye edebiyata Kurdi Feqiye Teyran 4
‘Ku mirov diçin ser goristanên wan xêr têda tune’

Herî dawî, Sadînî tîne ziman ku Sadînî dibêje, “Parastina goristana dema alema îslamê heye. Di nava Kurdan de parastina goristanan heye. Mirovekî wek Feqîyê Teyran di nava milletekî de hinek kerametê wî hatibe dîtin hinek kiryarê wê hatibe dîtin yan biqencî behsa wan hatibe kirin di nava milletê meda sebebê wî ye ku biçin ber pê wê dua bixwazin xweda çêtir qebûl bike heye lê belê evê efsaneye evê tiştekî rast nîne. Lê feqet Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî evan wehdetûl vûcutçîne. Ew di her tiştekîda xweda dibinin. Ku mirov diçin ser goristanên wan xêr têda tune. Lê xêrekî içtîmaî têde heye ew goristan hatine parastin. Nehatine xerabkirin. Vê sed salêda li ser gelek kelatên Kurda, goristanên Kurda, li ser dêrên Ermenîya, dêrên Asûrîya, mizgeftên me yên kevin xerabîyek hatîye kirin. Evê ji belkî ber xatira wê hatibe parastin.”

Serhat News

Video: Dildar Guler

Montaj: Zelal Sari

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Navdarê nemir yê edebiyata Kurdî: Feqiyê Teyran

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *