Ozer Sencar: Eger HDP berbijêr diyar neke, hilbijartin di gera yekem de dê bi encam be

featured
Ozer Sancar
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêveberê Şîrketa Lêkolînê ya Metropollê Ozer Sencar got ku, eger HDP bo serokkomariyê berbijêr diyar neke, dê hilbijartin di gera yekem de bi dawî bibe.

Li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamento û serokkomariyê wê di 14’ê Gulanê de bê lidarxistin. Şirketên anketê jî lêkolînên xwe amade dikin û ji raya giştî re eşkere dikin.

Heta niha Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Sinan Ogan, Fatih Erbakan, Ahmet Ozal û Dogu Perinçek berbijêriya xwe ya bo serokkomariyê ragihandine. HDPê jî heta niha biryar nedaye û tê çaverêkirin di 22’ê Adarê biryara xwe eşkere bike. Tê payîn ku HDP berbijêr nîşan nade û dê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bike.

Rêveberê Şîrketa Lêkolînê ya Metropollê Ozer Sencar di vê derbarê de got: “Li gor lêkolînan ji bo ku hilbijartin di gera yekem de bi dawî bibe, divê HDP berbijêr nîşan nede û Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce jî nebe berbijêr. Dengê Partiya Memleket di meha Çileyê de ji sedî 0,5 bû. Meha Sibatê gihişte %2.7 û di meha Adarê de jî gihişte %3.5an.”

Sencar dibêje, eger berbijêr zêde bin bi îhtîmaleke mezin hilbijartin dê bo gera duyem bimîn e.

Sencar got: “Eger Kemal Kiliçdaroglu û CHP, Muharrem Înce qani bikin dê ev di berjewendiya Hevpeymaniya Millet de be. Eger na hilbijartina ku Sinan Ogan û Muharrem Înce berbijêr bin û HDP jî berbijêr nîşan bide di gera yekem de bi dawî nabe. Eger HDP berbijêr nîşan nede û berbijêriya yên din berdewam be, dîsan jî dibe ku di gera yekem de bi dawî nebe.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ozer Sencar: Eger HDP berbijêr diyar neke, hilbijartin di gera yekem de dê bi encam be

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *