Parêzer Uçar: Desthilat nikare krîzê birêve bibe li şûna wê kaos derdixe

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî erdhejên Mereşê ku bandor li ser 11 bajaran kiriye, pêkutiyên li hemberî penaberan jî zêde bûne. Hiquqnasê Penabertiyê parêzer Jînda Uçar got, “Desthilat nikare krîzê birêve bibe li şûna wê kaos derdixe”

Di 6’ê Sibatê li navçeyên Bazarcix û Elbistanê du erdhejên bi pîle 7,7 û 7,6 çûbûn. Erdhejê tevî Mereşê li 10 bajaran wêraniyek mezin derxist holê. Piştî erdhehê li 10 bajaran bo 3 mehan rewşa awarte hate îlankirin.

Parêzer Uçar: Desthilat nikare krîzê birêve bibe li şûna wê kaos derdixe - 01F64835 110A 4521 A049 EFC8D5B2A9EA 690x375 1 1

Di dema erdhejê de li hemberî penaberan jî êrîş zêde bûn. Bi taybet serokê hin partiyên siyasî di vê demê de bi gotinên xwe rê li ber van êrîşan vekirin. Serokê Giştî yê Partiya Zafer Umît Ozdag, Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem İnce û lîstikvanê sînemayê Şahan Gokbakar bi ser medya civakî de penaber wekî armanc dan nîşandanPiştî ku gotin û parvekirinên hatine weşandin yên derbarê penaberan de, derew derketin, li hin cihan derbarê Ozdag û hin kesên din ên ev peyam parvekirine de gilî hatin kirin. Ji ber van parvekirinan welatiyê Sûriyê ê bi navê Abdulbakî Bozdag rastî êrîşê hat. Bozdag, piştî êrîşê derbarê Umit Ozdag de li Midûriyeta Ewlekariya Rihayê gilî kir û derbarê Ozdag de lêpirsîn hate destpêkirin.

‘Li ser dijberiya penabar propaganda tê kirin’

Derbarê mijarê de Hiquqnasê Penabertiyê û endamê Baroya Wanê parêzer Jîndar Uçar ji Serhat Newsê re hin nirxandin kirin. Uçar anî ziman ku di erdhejê de li hemberî penaberan kampanyaya êrîşê hatiye meşandin û wiha axivî: “Li herêma erdhejê nêzî 2 milyon penaberên ji Sûriyeyê hene. Hin partiyên ku propagandaya hilbijartinê li ser dijberî û dijminiya penabaren dikin, di nava civakê de dibin sedema nefreta hemberî penaberan. Bi taybet jî dema ku destihald, ji ber karesatên wekî erdhej, şewata daristanan û lêhîyan tengav dibe û nikare tiştekî bike, ev kesene têne hewara deshilatê.”

Uçar di vê çarçoveyê de şewata daristanan bibîranî û got ku wê demê jî deshilat ji ber şewatan rastî rexneyên tund hatibû û Ozdga gotibû penaberên Sûriyeyê ev şewat derxistine.

‘Ev kêrî karê desthilatê tê’

Parêzer Uçar, diyar kir ku bi heman şiklî deshilat di vê erdhejê de jî gelek tengav bûye û nikariye mudaxale bike, loma cardin heman aktor derketine pêş û penaberan dikin armanc. Uçar, wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di dema erdhejê de gelek avahî bi sedema efuya îmarê hilweşiyan. Dewletê nekarî mudaxale bike û welatiyan jî ber vê bertek nîşandan. Di vê rewşê de vê car jî Muharrem İnce derket holê û got ku pêlek penaberan ji aliyê Sûriyê hatiye Tirkiyê. Gelek gotinên nerast yên bi vî şiklî di vê demê de hatine gotin. Ev jî kêrî karê desthilatê tê.”

Parêzer Uçar: Desthilat nikare krîzê birêve bibe li şûna wê kaos derdixe - Jindar ucar

‘Divê piştevanî bê rêxistinkirin’

Uçar dibêje ku bila neyê ji birkirin ku penaber jî ji ber erdhejê mexdûr bûne û wiha axivî: “Ev dîmenên ku hatine weşandin hemû jî tundiyê didin nîşandan. Ev jî wê rastyê ji ber çavan dûr dixe ku, panaber jî ji ber erdhejê mexdûr bûne. Pêşiyê hin koman paramîlîter êrîş li penaberan kir. Piştre hêzên ewlekariyê jî tevli wan bûn. Heta wisa bû ku hin welatiyên Tirkiyê jî rastî heman êrîşan hatin. Di gelek vîdeoyan de tê dîtin ku polîs û cendirme jî bi mist, pehîn û coban êrîş li van kesan dikin. Herî dawî li Hatayê welatiyê bi navê Ahmet Gureşçi di encama îşkenceyê de hate kuştin.”

Uçar herî dawî got ku bo ku rê li ber van pêkanînan were girtin divê bi penaberan re piştevanî bê nîşandan û wiha domand: “Gelek penaberan ji ber tirsa lînckirinê di vê demê de nekarîn alîkarî bixwazin. Erdhejê tesîrek xerabtir li ser penaberan kiriye. Li hemberî vê divê em piştevaniyê birêxistin bikin û bi zimanê xwîşk û biratiyê nêzî wan bibin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parêzer Uçar: Desthilat nikare krîzê birêve bibe li şûna wê kaos derdixe

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *