Berbijaran, bang li hezaran hilbijêrên ji Agirîyê koçî dervî Tirkîyê kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berbijarên partîyên sîyasî li Agirî bang li rûniştvanên li dervayê bajêr dikin ku ew herin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Do Pençşemê dengdana welatîyên derveyî Tirkîyê bo bijartina serokomar û parlamenteran destpê kir û wê heya 9’ê Gulanê li nûnertîyên Tirkîyê yên li 73 welatan bidome.

Berbijarê Agirî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Îhrahîm Varol bang li rûniştvanên Agirî yên dervayê welêt kir ku ew herin ser sindoqan û dengê xwe bo pêşerojeke geş bikar bînin.

“Niha 30 hezar xortên me çûne Kanada, ew jiber bêkarîyê û neçarîyê ji welatê xwe koçî wan deran kirine. Bila dengên xwe bi kar bînin,” Varol got.

Berbijara Partîya Çep ya Kesk ya Agirî Nejla Demîr jî bang li hilbijêrên dervayê welêt kir ku ew bo pêşeroja gelê Kurd dengê xwe bidin.

“Jibo çareserîya pirsgirêka Kurd em niha di qonaxeke pir girîng de ne û divê her Kurdên me yên dervayê welêt bi vê hêstîyarîyê dengê xwe bi kar bîne. Bila gelê me yên li welatên bîyanî nebêjin; hilbijartin li Tirkîyê ye, bo me bê qîmet e. Bi rastî jî ev hilbijartine bo gelê me gelek girîng e, dengekî jî pir bi qîmet e. Bila rabin herin ser sindoqan û dengê xwe û welatê xwe xwedî derkevin.”

Li gor Sazîya Îstatîstîka Tirkîyê (TUİK) di 2021’an de bajêrê herî xîzan Agirî bû. Varol wek sedema vê yekê îdia dike ku hikûmeta Partîya Dad û Peşvebirinê (AKP) heya niha, tim li hember wê deverê cudakarî kiriyê û çî xizmetî nekiriye.

“21 sal e, ev welate bi zûlmê tê rêvebirin. Li hember xelkê me cûdakarî heye û çî xizmet bo herema me nayê kirin. Înşallah Kiliçdaroglu dê dibe serokomar û CHP jî dê dibe desthilat. Emê bajêrê xwe û pêşeroja xwe piştrast bikin. Divê gelê me yê dervî welat bi dengên xwe piştgirî bide me.”

Berbijaran, bang li hezaran hilbijêrên ji Agirîyê koçî dervî Tirkîyê kirin - Berbijare CHPe ye Agiriye Ibrahim Varol Jeder hesabawiya twitter e

Me bi rêya telefonê xwe gihand berbijara AKP’ê ya Agirî, Ruken Kîllercî û me xwest ku nêrînên wê yên derheqa hilbijêrên dervayê welêt û îdiayên Varol yên hember partîya wan wergirin, lê wê bersîva neda.

Li gor agahîyên ne fermî di nava 2-3 salan de ji bajarê Agirî 30 hezar kes ku piranîyan wan xort in, jiber kirîza aborî û rewşa sîyasî koçî Amerîka, Kanada û Ewropayê kirine û bûne penaber.

Li gor daneyên TUİK jî dide nîşandin ku her sal serjimara bajêr kêm dibe. TUİK dîyar dike ku serjimara Agirîyê li gor sala borî 14 hezar kêm kirîye û bûye 510 hezar.

VOA

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Berbijaran, bang li hezaran hilbijêrên ji Agirîyê koçî dervî Tirkîyê kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *