Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (PE) di civîneke taybet a ji bo Sûriyeyê de komkujiya li berava Sûriyeyê şermezar kir û piştîgirî da peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer.
SERHAT NEWS – Parlamentoya Ewropayê bi hejmareke kêm a parlamenteran ji bo gotûbêjkirina projebiryarekê ku taybet bû bi Sûriyeyê civiya.
Di civînê de Parlamentoya Ewropayê komkujiyên li Tertûs, Lazqiye û Himsê şermezar kirin û piştgirî da rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê de.
Her wiha, parlamenterên Parlamentoya Ewropayê gotûbêj li ser projebiryareke din jî kirin ku di vê demê de daxwaza piştgiriya Sûriyeyê û xelkê wê dike.
Di encamê de projebiryar pesend bû û parlamenteran piştgirî da helwestên komîsyon û encûmena Yekîtiya Ewropayê.
Li ser navê komisyonê Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Adam Sizlapka axivî û der barê bûyerên li Laziqiye, Tertûs û Hims dilgiraniya Yekîtiya Ewropayê derbirî û piştgirî da rêkeftina HSD û Şamê.
“Divê tundiya di navbera HSD û komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de bi dawî bibe”
Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Adam Sizlapka wiha got: “Kirîza mirovî di kûrbûna zêdetir de ye.
Ji sedî 90ê xelkê wê di bin xeta hejariyê de ye. Nêzîkî du milyon kes jî di rewşeke zehmet de ne. Rewşa ewlehiya herêmê jî, cihê dilgiraniyeke mezin e.
Li bakurêrojhilat, divê tundûtîjiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk, hevpeymanê me yê sereke di şerê dijî DAIŞê de û wan komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, bi dawî bibe.
Di vê çarçoveyê de, ew peymana ku şeva borî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de hate ragihandin, bipêşveçûneke bi xêrhatî ye ku dikare bibe sedema aramiya zêdetir û paşerojeke çêtir, ji bo beşekî mezin ê Sûriyeyiyan.”
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi heman awayî tûndutîjya li hemberî sivîlan sermezar kir û rêkeftina di navbera Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de jî wekî gaveke gelekî erênî bi nav kir.
“Peymana di navbera HSD û berpirsên Sûriyeyê de gaveke mezin e”
Komîsara Yekîtiya Ewropayê Dubravka Suicayê wiha anî ziman:
“Yekîtiya Ewropayê bi tundî her cure tundûtîjiya li dijî welatiyên sivîl şermezar dike. Divê lêkolîneke hûr, di vê derbarê de bê kirin.
Ew komîteya lêkolînê ya ku hatiye avakirin, sozeke bi xêrhatî ye ku divê gotinên wan bibin kirin. Her wiha, bipêşveçûnên erênî jî hene.
Peymana di navbera berpirsên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, gaveke erênî ya pir mezin e ku dikare bibe sedema aramiya zêdetir.
Divê bi her awayî pêşî, li serîhildana dubare ya DAIŞê bê girtin. Bi giştî, rewş hestiyar e û divê em hişyar bin.”
Parlamentiya YEyê piştî nemana Esde cara yekem der barê Sûriyeyê de projebiryarekê pesend kir.
Mebest ji vê projebiryarê piştgiriya Sûriye û xelkê wê ye di vê dema hestyar da.
“Armanc ne piştgiriya berpirsên nû yen Sûriyeyê ye”
Parlamentera Parlamentoya YEyê Hannah Neumannê li ser projebiryarê wiha got:
“Armanca me, ne piştgirîkirina berpirsên nû ye, armanca me piştgirîkirina Sûriyeyiyan û piştgirîkirina veguhestina Sûriyeyê, ber bi rêyeke aştiyane ya demokratîk a giştgir e.
Em nikarin desthilatdaran hilbijêrin. Ehmed Şer li desthilatê ye, wî hejmarek gotinên baş ji me re gotine.
Niha em hewl didin ku piştgiriyê bidin wî, da ku bikaribe di asta gotinên xwe de be, da ku bikaribe destûrekê deyne, hikûmeteke giştgir ava bike, da ku bikaribe welatê xwe ji nû ve ava bike.
Di vê qonaxa derbasbûnê de em dikarin ji bo dadmendiyê kar bikin lê divê em pir xerab nefikirin.
Kes nizane ev hikûmet ber bi kû ve diçe, kes nizane piştî gotinên xwe çi karî dikin.
Divê em bizanibin, lê em dikarin niha hinekî baweriyê (bi Ehmed Şere) bidin, lê divê ew jî bi merc û daxwazî be.”
Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê vê projebiryarê pesend kir û piştgiriya helwestên Komisyona Encûmena Yekîtiya Ewropayê ji bo xelk û desthilata nû ya Sûryeyê dike.
Çavkanî : Rûdaw