Pervîn Buldan: Kurd, wê di sindoqê de hesabê ji hiqumetê bipirsin

featured
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Parka Musa Anter a Aştiyê, bi durişmeya “Şer dide windakirin, aştî wê bibe serkeftin” hat pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratik  a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di axaftina xwe ya mitîngê de got, “Kurd, wê di sindoqê de, hesabê ji hiqumetê bipirsin”

Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Wanê bi mitîngekê hat pîrozkirin. Mitînga ku bi durişmeya “Şer dide windakirin, aştî wê bibe serkeftin” ji aliyê HDP’ê ve li Parka Musa Anter a Aştiyê birêve çû. Jinên tevli mitîngê bûne bi kincên xwe yên gelerî dîmenên rengîn derxistin holê. Mitîngê bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Serokê Destay Rêveber Av Sedat Duşunmez axaftinek kir û gel slav kir. Piştî wî Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan, jî di axaftina xwe de hêviyên xwe yên ji bo aştiyê bilêv kir û got, “Em bawer dikin ku gelên Kurd, Tirk û Ereb rê nadin Şerê Cîhanê yê 3’emîn”. Piştî axaftinan, komên mûzîkê jî, stranên xwe pêşkeşî beşdarvanan kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan piştî bernameya mûzîkê bi çepikan derket ser dikê û axaftinek kir. Buldan, di destpêka axaftina xwe de gel slav kir û got, “Em bi we serfirazin. Hûn her hebin. Cardin, wekî her carî, hûn deng û rengê xwe hatin vê gadê. Îro, 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Hûn jibo aştî û demokrasiyê hatine vê derê. Ez ji ber tevlibûna we spasiyên xwe pêşkeş dikim. Ez ji vir dibêjim. Tu kes nikare dengê aştiyê qut bike. Heta ku HDP hebe, li vî welatî wê ji bo aştî û edelet têbikoşe. Lewma, em baş dizanin ku pirsgirêkên civakî, encax dikare bi aştî û edaletekî resteqîn were çareserkirin.”

Pervîn Buldan: Kurd, wê di sindoqê de hesabê ji hiqumetê bipirsin - van miting kitle

‘Rê tên girtin’

Di axaftina xwe de her wiha buldan balkişand ser pêvajoya aştiyê ya borî û wiha pêde çû: “. Weke ku em hemû jî dizanin di pêvajoya aştiyê ya ku di sala 2013’an de hate meşandin de gelan, jinan û her welatiyê vî welatî dîtin û şahidî kirin. Di wê demê de salên herî ewle yên vî welatî hatin jiyankirin. Lê ev pêvajo ji aliyê aliyê AKP’ê ve hat paşguhkirin, înkarkirin û betalkirin. Birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de aktorekî girîng bû. Di nava wan 3 salan de dayikek tenê negirî. Ti ciwanên me neçûn axê û jiyana xwe ji dest nedan. Em di pêvajoyeke wisa re derbas bûn, lê bi awayekî dawî li aştiyê anîn û ew sal jî, pêvajoya ku birêz Ocalan birêvebir bû. Hemû rê bi tecrîdê hatine girtin. Îro tecrîd ne tenê li Girtîgeha Îmraliyê, li her qadên vî welatî li her qada kar bûye sîstemeke ku tê meşandin. Ger tecrît neba û birêz Ocalan di dewrê de ba, îro li vî welatî ev kas krîz nedihatin jiyandin. Divê birêz Ocalan, bi parêzer û malbata xwe re bikare hevdîtin bike. Lewma, ev mafekî bingehên yên mirovan e.”

Pervîn Buldan: Kurd, wê di sindoqê de hesabê ji hiqumetê bipirsin - van miting devam 1 1 750x500 1

‘AKP wê têk biçe’

Di berdewamiya axaftina xwe de Buldan got, ku AKP, di hilbijartinan de, wê têk biçe û wiha domand: “Ew ji taritiyê sud werdigirin. Di nava vê taritiyê de, her diçe xwe mezin dikin û bi dozên bê bingeh, li hemberî me dozên girtinê vedikin. Bi dek û dolaban Doza Kobanê vekirin. Konseran qedexe dikin. Govenda ciwanan qedexe dikin. Keda jinan tune binpêkirin. Ew ji ronahiyê ditirsin. Em soz didin we, vî welatî HDP wê geş bike. AKP, di hilbijartinan de wê têk biçe. Ew jî vê yekê dizanin. Lewra, ji ber vê konsepta şer xistine devrê. Aliye din, ew durûne. Aliyekê behsa aştiyê dikin, aliyê din, di siyaseta xwe de dijminiyê li Kurdan dikin. Serokkomar ku çav berdaye ser Şingal, Mexmûr û Suriyê dibêje, ‘Em ê şevekê ji nişkave werin’. Ev li hemberî jiyana gelên li wê derê bi avayekî hevpar dijîn, mudaxaleye. Di bingeha vê siyasetê de em baş dizanin ji bilî dijminiya li hemberî gelê Kurd tu tişt nîne.”

Pervîn Buldan: Kurd, wê di sindoqê de hesabê ji hiqumetê bipirsin - Pervin Buldan Kurd we di sindoqe de hesabe ji hiqumete bipirsin

‘Em di keştiya te de nabin’

Buldan, di axaftina xwe de balkişand ser gotinên Serokkomar Erdogan ên wekî “Em hemû di heman keştiyê de ne” û wiha got: “Ez ji vir cardin, dixwazim bersiv bidim Serokkomar. Em di keştiya ku tu têdeyî, nabin. Di keştiya we de, diz hene, çete hene. Di keştiya te de Tansu Çîller û Mehmet Agar heye. Torosên spî hene. Talan, ruşvet, talan û bêrêtî heye. Lê di keştiya we de, em Kurd, Ermenî, Suryanî û Elewî tunene. Her wiha jin jî tunene. Em tu carê li gel hev nebûn û nabin jî.”

Pervîn Buldan: Kurd, wê di sindoqê de hesabê ji hiqumetê bipirsin - 1 eylul miting van basladi 2 1140x570 2

Cenazeyê di torbeyî de hatibû radestkirin

Herî dawî, Buldan di axaftina xwe de balkişand ser radestkirina cenazeyê Hakan Arslanê mu hestiyên wî di torbeyekî de dabûn bavê wî û wiha domand: “Ez vê yekê şermezar dikim. Em baş dizanin ku hûn wê biçin. Hûn, dizanin gelo wê ji ber çi biçin? Jiber ku îro di girtîgehan de bi hezaran siyasetmedarên Kurd hene, wê winda bikin. Jiber ku girtiyên nexweş nayên berdan wê winda bikin. Îro ji ber neheqî û bêhiquqiya li hemberî Aysel Tuglukê wê biçin. Îro li Wanê dayîka 80 salî ji ber ku Kurdî diaxive û bo ku Kurdî îfade nedaye di girtîgehê de tê girtin. Bona ku di torbeyekî de hestiyên kurê wî radestî bavê wî kirine, ew ê biçin. Îro, hestîyên zarokên Kurdan an bi kargoyê an jî gazî wan dikin û li edliyeyan di torbeyan de radestî malbatan dikin. Ev e, durûtî û bêwijdaniya we. Hûnê ji ber vê winda bikin.”

Piştî axaftina bûldan mitîng bi konsera hûnermend Azad Bedran bi dawî bû.

Pervîn Buldan: Kurd, wê di sindoqê de hesabê ji hiqumetê bipirsin - Li hemberi mitinga 1e Ilone mudaxale Gelek kes hatin desteserkirin 1

Tevî bidawîbûna mitîngê, polîsan bi hinceta ‘slogan tên avêtin’, bi bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kir û gelek kes hatin desteserkirin.

Nûçe/ Vîdeo / Montaj: Yeşîm Karaagar- Zelal Sahidenur Sari- Dildar Guler- Bariş Aslan

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pervîn Buldan: Kurd, wê di sindoqê de hesabê ji hiqumetê bipirsin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *