Pêşangehek ji bo zarokên Adem: ‘Ji Ehmedê Xanî heta Mewlana nirxên hevpar’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pêşangeha ku li Qesra Îshak Paşa ji aliyê Wênesaz Îsmaîl Acar ve hat vekirin, bi giştî 40 berheman tê de cih girt û rastî eleqeyek baş hat: “Platformek ku ji nirxên hevpar ên vî welatî, wek Teyrê Enqe, portreya Silêman, Ehmedê Xanî, Îshak Paşa û Mewlana pêktê hat avakirin.”

Li navçeya Bazida Agiriyê Agiriyê bi sponsoriya Dosso Dossi Holding ‘Festîvala Muzîkê ya Çiyayê Agiriyê’ hat lidarxistin. Di çarçoveya festîvalê de pêşangeha wênesazê navdar Îsmaîl Acar a bi navê Nûh jî hat vekirin. Pêşangeh li Qesra Îshak Paşa bû. Berhema hunera dîjîtal a Acar a bi navê ‘Nûh’ ku li ser Çiyayê Agiriyê (Ararat) çêkiribû, di pêşangeha ku bi tevahî 40 berhem tê de cih digire, bal kişand ser xwe. Di pêşangehê de tabloyên ku bi alfabeya Braillê ji bo kesên astengdar hatine amadekirin jî li qada çeribandinên taybet hatin pêşkêşkirin. Berhemên Acar ên ku bi teknîka ku li cîhanê cara ewil tê sepandin hatiye amadekirin û bi mijarên afirandin, evîn, hêz, tirs û qiyametê rawe dike, rê dide welatiyên astengdarên dîtinê serdana pêşangehê bikin. Pêşangeha ku li Qesra Îshak Paşa hat vekirin dê mehekê ji hunerhezan re vekirî be.

‘Mi gelek dixwest bêm Bazidê’

Acar, diyar kir ku li Koşka Îshak Paşa ya dîrokî ji bo zarokên Adem pêşangehek li dar xistine û wiha got: “Eşkere ye ku em mirovên pir mijûl in. Dibe ku min li zêdetirî 70 welatên cîhanê pêşangeh li dar xistin. Li derve jî gelek kar dikim. Bi rastî ev vexwendname bû ku em anîn vir. Vexwendina Dosso Dossî Holdingê ye, hevalên me ye,”

Acar di berdewamiyê de wiha dirêjî dide gotinên xwe: “Lê helbet em pir meyla van deran in. Em çûn gelek herêmên Tirkiyeyê, di serî de Amed. Her çiqas ev vexwendine bûbe hincet ji, me gelek dixwest em werin Bazidê.

‘Ez rastiya Tirkiyê xêz dikim’

Acar, anî ziman ku îlhama tabloyên ku xêz dike beşek ji tiştên ku ew dixwîne û hinekî jî ji erdnîgariya ku lê dijî ye û wiha got: “Ez li devereke wek Tirkiyeyê dijîm û tiştekî ji Tirkiyeyê hildiberînim. Ez rastiya Tirkiyeyê xêz dikim. Hunermendekî Tirkiyê, lazime ji Tirkiyê îlham werbigire, yek yê Bazidê jî divê ji vir îlhama xwe werbigire û dengê xwe ji cihanê re bide bihistin.  Di vî warî de têkiliya min ev e. erdnîgariya ku ez lê dijîm.”

Acar di berdewamiyê de balê dikişîne ser rêbazê berhemên xwe û wiha dibêje:  “Efsane hene. Mînak Keştiya Nûh efsane ye, ji ber vê yekê rastiya wê rastiyek pir surreal e, di esasê xwe de, pêşangeh navengeke Tirkiyeyê dide nîşandan. Di vî warî de mirovên li herêmê rastî efsaneyan tên. Me pêşangeheke wêneyan anî vir ji ber ku ew ji xwendinê bêtir ji efsaneyên ku ji bav û kalên xwe bihîstine hez dikin. Detayên efsanewî yên ku di pêşangehê de hatine bikar anîn bo dîtina ji aliyê temaşevanan ve hatine vir. Ji ber ku em hatin vir ji bo ku em vê pêşangehê pêşkêşî raya giştî bikin û bi wan re parve bikin, me efsaneyên ku heta niha ji wan re hatine gotin wekî kar ji wan re pêşkêş kirin.”

Pêşangehek ji bo zarokên Adem: 'Ji Ehmedê Xanî heta Mewlana nirxên hevpar' - ismail acar ressam 1024x576 1
Wênesaz Îsmaîl Acar

‘Ji Ehmedê Xanî heta Mewlana nirxên hevpar’

Acar di axaftina xwe de behsa detayên pêşengeha xwe jî kir û ev agahî dan: “Helbet di pêşangehê de motîfên olî hene. Wek sandalên Hz. Mihemed. Ev bi rastî efsane ye û bi awayekî din jî rastiyek e. Platformek ku nirxên hevpar ên vî welatî, wek Teyrê Enqa portreya Silêman, Ehmedê Xanî, Îshak Paşa û Mewlana li hev dicivin. Ger hûn li ser motîfên olî, motîfên bawerî, motîfên mîstîk an motîfên mîtolojîk bifikirin, hûn dikarin her wêneyek ku hûn bixwazin çêbikin, “

Acar herî dawî diyar kir ku ew dixwaze careke din were Bazidê, û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Acar ez zêde hez nakim heman tiştan dubare bikim, lê çima na. herêmek din an bi projeyek din. Lê ez tercîh dikim ku bi heman projeyê re li cîhek din bim. Ji ber ku ji bo me di hunerê de ya herî girîng nûbûn û cudabûn e. Li vir, gava ku hûn yekem car wê cûdahiyê biceribînin, ya duyemîn dibe dûbarekirin.”

Melzemeyên resimê belavî zarokan kirin

 Acar jî komxebateke watedar li dar xist. Li Gundê Meşar ê li bilindahiya 2 hezar 300’metreyî bi zarokan re hevdîtin kir û malzemeyên resimê yên ku bi xwe re anî belav kir. Zarokan demekê bi Hîkmet Eraslan û Îsmaîl Acar re sohbet kirin, paşê xeyalên xwe yên li ser efsaneya Keştiya Nûh xêz kirin.

Vîdeo: Zafer Avnas

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pêşangehek ji bo zarokên Adem: ‘Ji Ehmedê Xanî heta Mewlana nirxên hevpar’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *