Pirtûkên par herî zêde hatine firotin diyar bûn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Malpera Pirtûkakurdî lîsteya pirtûkên di sala 2022’an de herî zêde hatine firotin belav kir. Di nava wan de tenê 3 pirtûkên Kurdî hene

Pirtûkakurdi.com ku bi ser înternetê bi avayekî online pirtûkan difroşe lîsteya pirtûkê di sala 2022’an herî zêde hatine firotin belav kir. Di nav 10 pirtûkên herî zêde hatine firotin de tenê sê pirtûkên bi Kurdî hene.

Pirtûka Selîm Temo “Serê Şevê Çîrokek” bûye yekemîn. Di nav 10 pirtûkên pêşî de ji bilî vê tenê pirtûka “Hînker 1” ya ji ailyê Ronahî Onen û Samî Tan ve hatiye nivîsîn bûye 10’emîn.

Di nav 20’ên herî zêde hatine firotin de bi temamî tenê 5 pirtûkên bi Kurdî hene, yên din hemû Tirkî ne.

“Hînker 2” (Ronayî Onen, Samî Tan) bûye 13’emîn. Li aliyê din “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî bûye 18’emîn û “Bîra Qederê” ya Mehmed Uzun bûye 20’emîn.

Di nav 10’ên pêşî de ne roman, ne çîrok û ne jî helbesteke bi Kurdî heye. Di nav 20’ên pêşî de jî tenê romanek heye, ew jî romana Mehmet Uzun e.

Li aliyê din 4 pirtûkên Selahattin Demirtaş di nav 10’ên pêşî de cih girtine û pirtûka li ser Demîrtaş jî di nav 20’ên pêşî de cih girtiye. Du pirtûkên Ereb Şemo ketine lîsteyê lê her du jî yên bi Tirkî ne.

20 pirtûkên ku herî zêde hatine firotin

1-Serê Şevê Çîrokek / Selîm Temo

2-Efsun / Selahattin Demirtaş

3-Kurtçe Ogreniyorum / İshak Çelebi

4-Kurtler Bir El Kitabı / İzady

5-Leylan / Selahattin Demirtaş

6-Bir Kurt Sevdim / Dilek Bilgiç Esen

7-Devran / Selahattin Demirtaş

8-Seher / Selahattin Demirtaş

9-Hînker 1 / Ronayî Onen, Sami Tan

10-Kurtler ve Kurdistan Tarihi / M. Emin Zeki Beg

11-Dimdim Kalesi / Ereb Şemo

12-Hatiralarim / Musa Anter

13-Hînker 2 / Ronayî Onen, Sami Tan

14-Şerefname 1-2 / Şerefxanê Bedlîsê

15-Kurdun Uç Hali / Sedat Ulugana

16-Kurt Çoban / Ereb Şemo

17-Demirtaş’ın Beyaz Sandalyesi / Zinar Karavil

18-Mem İle Zin / Ehmedê Xanî

19-Hamal Kurt / Mucahit Bilici

20-Bîra Qederê / Mehmed Uzun (Diyarname)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Pirtûkên par herî zêde hatine firotin diyar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *