Piştî darizandina 18 salan doza Şemdînliyê bi dawî bû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Biryara bereatê ya du serbaz û îtirafkarekî ku ji doza Şemdînliyê du caran 39 û nîv sal ceza wergirtibûn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Bi vê biryarê doza Şemdînliyê ku ev 18 sale berdewam dike bidawî bû.

Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di sala 2005’an de, serbazên bi navê Alî Kaya, Ozcan İldenîz û îtirafkar Veysel Ateş dema ku Pirtûkxaneya Umut bombe dikirin li ser sûç hatibûn qefaltin.

Di encama darizandina ku çend salan dewam kir de bersucan bereat kir. Baroya Wanê jî wê demê, bi ser vê yekê dosya li Dadgeha Bilind temyîz kir. Di encamê de 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryara bereatkirina hersê bersûcan erê kir. Bi vî şiklî di encama darizandina 18 salan de doza Şemdînliyê bi dawî bû û di nava rûpelên dîrokê yên tozî de cihê xwe girt.

Piştî darizandina 18 salan doza Şemdînliyê bi dawî bû - umut kitapevi semdinli 1 750x424 1
Dozgerê dozê Ferhat Sarikaya

Dadgeha Bilind biryar xera kir

Piştî êrîşa bi bombeyî ya li hemberî Pirtûkxaneya Umut, 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê derbarê hersû bersûcan de, di 19’yê Hezîrana 2006’an de bi hincetên “Kuştina mirovan”, “Avakirina rêxistinê” û “Teşebûskirina kuştina mirovan” ji her bersûcekî re 39 sal 5 meh û 10 roj ceza birî. Parêzerên bersûcan li Dadgeha Bilind îtiraz li birayarê kir. 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind di di 17’ê Gulana 2007’an de lêkolîna xwe qedant û biryara derbarê bersûcan xera kir.

Di encama darizandina ji nûve de dadgehê di 14’ê Îlona 2007’an de biryara bê rayetîyê da û dosya ji Dadgeha Leşkerî ya Wanê re şand. Dadgeha leşkerî di darizandina 14’ê Kanûnê 2007’an de biryar da bersûcên ku girtî dihatin darizandin, bêne berdan. Parêzerên mexdûran îtiraz li vê biryarê kirin. Di sala 2011’an de Dadgeha Lihevnekirinê ‘Uyuşmazlık’ ku li ser îtiraza parêzerên mexdûran dosya jê re hatiye şandin, biryar da ku dosya cardin ji 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê re bê şandin. Bersûcan li ser vê yekî di 9’ê Hezîrana 2011’an de ji aliyê dadgehê ve cardin hatin girtin.

Piştî darizandina 18 salan doza Şemdînliyê bi dawî bû - umut kitapevi semdinli 2 1024x620 1
Serbaz Ozcan Îldenîz û Alî Kaya ên bi ser sûc hatibûn qefaltin

Cardin ceza wergirtin

Di danîşîna dozê ya di 10’ê Cileya 2012’an de, dadgehê ji serbaz Kaya, Îldenîz û îtirafkar Ateş re cara duyan 39 sal 5 meh û 10 roj ceza birî. Parêzerên bersûcan di piştî hewldana 15’ê Tîrmehê, îtîrafên dozgerê ku wê demê îdîaname amade kiribû wekî hincet nîşan dan û bo jinûve darizandinê cardin serî li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê da.

Di 11’ê Cotmeha 2017’an de dadgehê serdan qebûl kir û biryar daku bersûc werin berdan. Piştî darizandina 16 salan her sê bersûcan jî bereat kir. Piştî biryara bereatê Baroya Wanê, biryara bereatê ya bersûcên doza Şemdînliyê li Dadgeha Bilind temyîz kir. 3’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara dadgeha xwecihî pejirand. Tevî vê biryarê Doza Şemdînliyê bi dawî û di nava rûpelên dîrokê yên bi toz de cihê xwe girt.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî darizandina 18 salan doza Şemdînliyê bi dawî bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *