Piştî daxuyaniya Erdoganî nirxê dolarî kêm bûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nirxê dolarî ji 18,36 TLyî daket 12 TLyî, Euro jî ji 20,72 TLyî daket 13,50 TLyî. Xirama zêrî duh bûbû hezar û TL lê ew jî paşê daket 648 TLyî.

Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî duh piştî civîna Lijneya Wezîran civîneke çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku ew ê li dijî kêmbûna nirxê TLyê hin tedbîran bistînin. Piştî vê daxuyaniya Erdoganî nirxê dolarî li beramberî TLyî ji sedî 35 kêm bû.

Duh di dema girtina piyaseyan de nirxê dolarekî li beramberî 18,36 TLyî bû, lê piştî daxuyaniya Erdoganî nirxê dolarî daket û dolarek bû bi 12 TLyî.

Euro jî ji 20,72 TLyî daket 13,50 TLyî. Xirama zêrî duh hezar û 55 TL bû. Ew jî piştî daxuyaniya Erdoganî daket 648 TLyî.

Piştî van daxuyaniyên Erdoganî, li gorî hin zanyariyan, 1 milyarek dolar kirine TL.

Serokê Yekîtiya Bankeyan ê Tirkiyeyê (TBB) û Midûrê Giştî yê Bankeya Zîraatê Alpaslan Çakarî ev zanyarî daye.

Zakar du bi şev beşdarî bernameyeke zindî ya kanala Haberturkê bûye û gotiye ku piştî daxuyaniya Erdoganî bi rêya bankevaniya mobile-ê hin kesan milyarek dolar pere xurde kiriye û pê TL kirîne.

Jêder: BİANET

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî daxuyaniya Erdoganî nirxê dolarî kêm bûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *