Piştî êrîşa Mêrsînê 22 kes hatin desteserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Mêrsînê, piştî êrîşa li hemberî mala polîsan 22 kes hatin desteserkirin. Her wiha hat hînbûn ku di heman çarçoveyê de derbarê 30 kesan de jî biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrsînê, piştî êrîşa li hemberî mala polîsan ku polîsek hatibû kuştin yek jî birîndar bûbû, operasyonek da deptpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de, hat ragihandin ku, polîsan bi ser gelek malan de girtiye û piştî lêgerînê 22 kes desteser kirine.

Hat hînbûn ku kesên desteserkirî bo lêpirsînê ji Midûriyeta Ewlekariyê re hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê, di 26’ê Îlonê de li hemberî mala polîsan a li taxa Teceyê bi çekên lûle dirêj êrîş pêk hatibû. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di êrîşê de polîsekî jiyana xwe ji dest dab,  polîsek û 3 welatî jî birîndar bûbûn.

Serhat News

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî êrîşa Mêrsînê 22 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *