Piştî pandemiyê hejmara nexweşên Weremê dîsa zêde dibin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Komeleya Lêkolînên Nefesê (TUSAD) li Tirkiyeyê hejmara nexweşên bi Weremê (Tuberkuloz) ketine, ku di heyama pandemiyê de kêm bûbû, dîsa zêde bûye. Komeleyê diyar kiriye li Tirkiyeyê zêdetirê  9 hezar nexweşên Weremê hatine tomarkirin

TUSAD’ê bi minasebetda Hefteya Têkoşîna Bi Weremê Re ku di navbera 1 û 7’ê Çile de tê lidarxistin daxuyaniyek weşandiye. Komeleyê destnîşan kiriye ku di sala 2021’an de li seranserê cîhanê 6,4 milyon nexweş hatine tomarkirin. Her wiha komele destnîşan dike ku li Tirkiyeyê jî zêdetirê 9 hezar û 156 nexwexş di heman salê de hatine tomarkirin.

Koma Xebatên Tuberkulozê ya TUSADê diyar kiriye ku di dema pandemiyê de hejmara nexweşên tomarkirî kêm bûbû lê ev hejmar dîsa zêde dibe. Pisporan destnîşan kiriye ku li cîhanê zêdetirî 4 milyon nexweşên ne tomarkirî jî hene û ev rewş kontrola li ser nexweşiyê zehmet dike.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di dema pandemiya Covid-19ê de li tevahiya cîhanê tomarkirina hejmara nexweşên êşa zirav û derfetên dermankirina wan kêm bûye. Li gorî heman daxuyaniyê, di sala 2019an de li cîhanê 7 milyun û sed hezar nexweş hatine diyarkirin, lê hejmara nexweşên tomarkirî di sala 2020an de daketiye 5 milyon û 800 hezarî. Di sala 2021an de ev hejmar careke din bilind bûye û gihîştiye 6 milyon û 400 hezarî. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) jî di sala 2021an de li cîhanê 10 milyon û 600 hezar kesên din bi nexweşiya êşa zirav ketine û milyon û 600 hezar mirov ji ber vê nexweşiyê mirine. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Piştî pandemiyê hejmara nexweşên Weremê dîsa zêde dibin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *