Prz. Kaya: Bo ku têrê nayên cezakirin faîl cesaretê werdigirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parêzer Ayşe Kaya bûyera ku li Seraya Wanê penabera bi navê L.M rastî destdirêjiya leşkeran hatibû di warê hiqûqê de nirxand û got, “Ji ber ku di destdirêjî, tundî û tecawuzên li hemberî jinan de faîl têrê nayên cezakirin, ew jî cesaretê dide wan.”

Li navçeya Seraya Wanê di 4’ê Çileya 2023’an de komek penaberan dixwestin sînor derbas bikin ji aliyê leşkeran ve hatin desteserkirin. Li gor îdîayan, penabera Efxanî ya bi navê L.M., dema ji aliyê leşkeran ve hate desteserkirin û li qereqolê rastî tecawiza leşkeran hat. L.M., pişt re her dû leşker teşhîs kirin û derheqê wan de gilî kir. Li ser giliyê leşkerên bi navê O.K. û A.C.D., hatin girtin. Di vê navberê de dozgeriyê jî tedbîra veşariyê danîbû ser dosyaya leşkeran.

Pispora Hiquqa Penabaran Parêzer Ayşe Kaya rewşa L.M., ku rastî tecawizê hatibû û biryara veşariyê ya derbarê dosyaya wê de hatiye girtin ji Serhat Newsê re nirxand.

‘Hêj mafê parastina navnetewî nehatiye dayîn’

Ayşe Kaya, da zanîn ku berevajî gotinê hêj tu parastina navnetewî ji L.M., yê re nehatiye dayîn û wiha got, “Ji kesên ku ji ber nijad, bawerî û sedemên din rastî cudakariyê tên re mafê parastina navnetewî tê tayîn. Lê berevajî gotinê ji L.M., yê re hêj tu parastina navnetewî nehatiye diyarkirin. Leşkeran xwestiye L.M., yê paşve bişîne aliyê Îranê. Lewma mafê wê yê xwe gihandina parastina navnetewî jî hatiye binpêkirin.”

Kaya bibirî xist ku piştî bûyerê dozger derbarê dosyayê de biryara veşariyê daye û wiha axivî: “Ev helwesta darazê ya giştî dide nîşandan. Biryara veşariyê ne tenê bo bûyerên tecawizê, di dema mirinan de jî tê wergirtin. Ji bo bûyera ku keştiya penaber di Gola Wanê de binav bû û di encamê de 61 penaberan jiyana xwe ji dest dabû jî ev biryar hatibû girtin.”

Kaya her wiha destnîşan kir ku rêya penaber ya di navbera Efxanîstanê û Tirkiyeyê de ji bo jinan gelek bi talûqeye û da zanîn ku di dema vê rêwîtiyê de gelek caran jin rastî tecawizê tên. Ew dibêje ku dema penaberên jin derbasî aliyê Tirkiyeyê jî dibin bi heman şiklî rastî tecawiza, kaçaxçî, talanker û leşkeran tên û wiha bilêv kir: “Wekî mînak di sala 2019’an de li Navenda Paşveşandina Penaberan ya Wanê de jina bi navê Z.N., ya ji Îranê rastî tundiya cînsî hatibû”

‘Fail nayên cezakirin’

Kaya tevî van gotinan da zanîn ku faîlên van bûyeran jî dema têne girtin, baş nayên cezakirin û wiha derbirî : “Ev rewş jî wêrekiyê dide bersûcên potansiyel yên tecawiz ê. Derbarê jina mexdûr de biryara dersînorkirinê hatiye girtin lê hêj nehatiye bicihanîn. Fail baş nayên cezakirin, dakû rê li ber van êrîşên dijî jinan bê girtin. Sedema vê yekê çavkaniya xwe ji helwesta deshilatê ya ‘Mêr’ digire. Em wekî pisporên hiqûqa penaberan di vî warî de çi ji destê me bê em ê bikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Prz. Kaya: Bo ku têrê nayên cezakirin faîl cesaretê werdigirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *