Qanala Şamîranê ya dîrokî li ber windabûnê ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qanala Şamîranê ya dîrokî her roj diçe ber bi windabûnê ve diçe. Niştecih, dibêjin sedema vê yekê ‘Xemsariye’. Rayedarên Midûriyeta Karên Avê ya Wanê (DSÎ) jî dibêje jiber ava qanalê bo vexwarinê ji bajarê Wanê re tê şandin av kêm bûye. Ev qanal ne tenê kanala avdaniyê ye. Mezin heta biçukan di biranînan de cihek bir girîng digire: “Gelek zirar dan mirovahî û dîroka me. Me hemûyan avjênî di nava vê qanalê de hîn bûn.

Qanala Şamîran ango bi navek din qanala Menua, li navçeya Artemêta ya Wanê ye. Ev navçeya ku bi sêven xwe nav û deng e, niha jiber bê avîyê li gor welatiyan bûye çol.

Kurte dîroka wê

qanal, beriya zayînê di nava sedsalên 810-786’an de aliyê qiralê Ûrartuyan Menûa ve bo avdaniyê hatiye çêkirin. Her wiha di warê enedezyariya avê de jî ev qanal di cîhanê de weke şaheserekê tê nasîn.

Ava qanalê ji gundê Mêjîngir a bi ser navçeya Payîzavaya Wanê tê. qanal ji vir dest pê dike û hetanî kontarê Keleha Wanê diçe û ji vir belavî nava Gola Wanê dibe. Hemû deverên li ser rêya qanalê bi ava wê têne avdanî kirin. Ji dîrokê vir ve ev qanal jibo deşta Wanê bûye çavkaniya bereketê.

Li ser wê stran jî hatine gotin

Dema qiral Menûa, ev der ava kir, li ser wê gelek nivîs û kitabe cih kirine. Lê mixabin derbarê şêweya çêkirina qanalê de di çavkaniyên dîrokî de tiştek peyda nebûye.

Di stranekî de tê gotin ku 300 karker di çêkirina qanalê xebitîne û her yekî re 100 zêr hatine dayîn. Strana navborî wiha ye:

Me cot kêşa behra Wanê,

Mala bavê Şemîranê,

Sêsed pale wê berdanê,

Mala bavê Şemîranê,

Her paleyekê sed zêr danê,

Qanal, 51 kîlometreyan dirêje û ji hezar 760 metre bilindahiyê dadikeve hezar 700 metreyan. Nayê zanîn ku çima navê Şamîranê lêkirine. Encax, li gorî mîtolojiya Ermeniyan, navê keybanûya Asuriyan ‘Şamiran’ bû. Dîsa li gor çavkaniyên dîrokî, qral Menûa jibo keça xwe Tarîrîayê li derdora qanalê rez çêkirine.

Ev rezên ku li Artemêtê hatine çêkirin, her wiha bax û baxçeyên li vir niha ji ber ku ava qanalê kêm bûye, zuha dibin. Ava çavkaniya qanalê bo vexarinê ji Wanê re dişînin. Ev yek jî wekî sedema kêmbûna avê tê nîşandan.

‘Darê ji dema Ermeniyan mayî zuha bûne’

Niştecihekî navçeya Artemêta Şadan Yendîm, da zanîn ku cihên ku di navbera Artemêt û Keleha Wane de dimînin bi saya vê qanalê hêşîn mane û wiha pêde çû: “Lê mixabin niha qanal vala maye. Gelek gund û gundik siud ji vê qanalê werdigirt. Ava qanalê bo vexwarinê ji Wanê re şandine. Hinek av jî berhewa diçe. Darên me yên ji serdema Ermeniyan mane jî zuha bûn. Zirarek mezin dane mirov û dîroka me. Karê me çandiniyê. Lê bi saya polîtîkayên xelet em niha hemû berheman bi pere dikirin. Lê mixabin em neçar man ku dev ji çandiniyê berdin.”

Qanala Şamîranê ya dîrokî li ber windabûnê ye - Şadan Yendim 1024x495 1
Şadan Yendim

‘Em avjeniyê li vir hîn bûn’

Yendîm, di serî de Şaredariya Artemêtê, hemû saziyan rexne dike. Ew dibêje ku ev pirsgirêk zêdetirê deh sale berdewam dike û nayê çareserkirin: “Em hemû di vê qanalê de hînê avjeniyê bûn. Lê niha ji ber gemarî, kêmbûna avê, şandina avê bo santrala hîdroelektirikê vê qanalê tune dike.

 ‘Kanalın suyu, HES’ten göle akıtılıyor’

Yek ji niştecihên Artemêtê Nesîmî Uzan, jî got ku di demên berê de qanal ji axê hatibû çêkirin û wê çaxê av paqiştir bû. Uzan, derbirî ku di nava demê de ava qanalê hatiye qirêjkirin û hemû kesî bermahiyên xwe berdena nava qanalê.

Qanala Şamîranê ya dîrokî li ber windabûnê ye - Nesimi Uzan 1024x576 1
Nesimi Uzan

Di berdewamiyê de Uzan wiha got: “Mixabin pirsgirêka me bi diyalogê nehatiye çareserkirin. Hinek ava wê bi HES’an berdidin golê. Ev ava diçe gole vala diçe. Li gor min çareseriyek ji vê re bê dîtin wê baş be.”

‘Girîngî nadin qanalê’

Welatiyê bi navê Şerafettin Gulova ku ew jî li navçeya Artemêta niştecih e, dibêje qanala Şamîranê bo navçeyê pir girîng e û wiha domand: “Dema av kêm dibe, mirov şerpeze dibin. Em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Girîngî nadin qanalê. Bila vê derê baş çêbikin. Temîr bikin. Dema ava qanalê qut dibe jiyana gelê Artemêtê jî qut dibe.”

Qanala Şamîranê ya dîrokî li ber windabûnê ye - Şerafettin Gülova 1024x541 1
Şerafettin Gulova

‘Çavkaniya avê bo vexwarinê şandine Wanê’

Rêveberê Herêma 17’an a DSÎ’yê Ayhan Şahna jî diyar kir ku ava qenalê weke ava vexwarinê tê bikaranîn û ev çavkanî jî di bin bandora ziwatiyê de ye û got, “Ji çavkaniya me ya ku qanala Şamranê dixwe, 6 metrekup av derdikeve. Yanî ew qas potansiyela avê heye ku bendava Zernekê du caran tije bike. Ev çavkanî ji Ûrartûyan maye û ji bo Wanê çavkaniyeke îdeal û girîng e. Heger em behsa 20 sal berê bikin, hemû ava kaniyê bi rêya Kaniya Şamranê ber bi kela Wanê ve diçûn. Lê di van salên dawî de, bi ziwabûnê re guheztina avê dest pê kiriye. Bi vê guheztinê potansiyela vê çavkaniyê dadikeve derdora 4,5-5 metrekup.”

Qanala Şamîranê ya dîrokî li ber windabûnê ye - Ayhan Şahna 2048x1365 1 1024x683 1
Ayhan Şahna

 ‘Ev çavkanî wê bi demê re hîn kêm bibe’

Şahna, anî ziman ku ji xeynî ava vexwarinê xeletiyên wendahî-herikîn û bikaranîna bê kontrol jî hene û wiha got: “Ji sala 2013’an vir ve 4 metrekup ji vê avê ji navenda Wanê û navçeyên Artemêt, Westan, Payîzava re weke ava vexwarinê tê dayîn. Ji ber vê yekê niha ava me li vê çavkaniyê kêm e. Lê ji bilî wê, pirsgirêkên me yên wekî winda-lezandin û îsrafê hene. Ji aliyê din ve welatî dixwazin vê avê weke berê bi kar bînin, lê mixabin nikarin bikar bînin. Ji bo ku ev çavkanî weke berê bê bikaranîn divê pirsgirêka ava vexwarinê ji çavkaniyeke din bê çareserkirin. Ez bi xemgînî dibêjim ku ev çavkanî dê bi demê re kêm bibe û qanala Şamrana Dîrokî dê bibe tiştek berê.”

Vîdyo: Zelal Sahidenur Sari

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qanala Şamîranê ya dîrokî li ber windabûnê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *