Qeyyumê şaredariyê, ji ber FETO’yê hat îxrackirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Qeyyumê berê yê Şaredariya Rêya Armûşê yê Wanê Sinan Aslan, ji ber FETO’yê hat îxrackirin, hevsera wî ya li Dadgeha Edliyeya Heremê dadwer jî ji kar hat dûrxistin.

Qeymeqamê navçeya Develî ya Kayseriyê û qeyyumê berê yê Şaredariya Rêya Armûşê Sînan Aslan û hevsera wî ya li Dadgeha Edliyeya Heremê ya Kayseriyê dadwer Semra Ozten Aslan ji ber FETO’yê ji kar hatin dûrxistin. Tevî ku doza Dadwer Ozer Aslan hê li Desteya Dadwer û Dozgeran (HSY) berdewam dike, Qeymekam Aslan jî di 29’ê Tîrmehê de hat îxrackirin.

Beriya niha bi bêrêtiya hatibû rojevê

Sînan Aslan beriya ku bi Biryarnameya Serokkomariyê cihê wî bê guhertin, bi hin bêrêtiyên bi ser Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî de hatibû rojevê. Piştî ku cihê wî hat guhertin, qeyyumê li şûn wî hatî Îhsan Emre Aydin, biboneya ku bêrêtiyên behsa xebarê bêne lêkolînkirin, ji Wezareta Karên Navxweyî mifetiş daxwaz kiribû.

Kincên hatibûn kirîn, bûbû rojev

Tevî ku mifetişan lêkolînên xwe qedandin, cil û bergên bi buhayên zêde hatine kirin di rojebê de cih girtibû. Rayedarekî payebilind yê şaredariyê ku naxwaze navê xwe bide, destnîşan kiriye ku di navbera salên 2015-2021’an de mifetîşan lêkolîn kirine û piştî van lêkolînan hin midûr ji kar hatine dûrxistin. Vî kesî wiha dewam kiriye: “Di îhale û kirinîn hatine kirin de bêrêtî hatiye kirin. Mijara herî zêde di şaredariyê dihate axaftin jî kirîna cil û bergên merqayên navûdeng bû. Pereyê 50 dest kincên ji bo rayedarên şaredariyê hatibû kirîn, di bin navê lêçûyînek din de hatibûn nîşandan. Li gor lêkolînê, fatureya wê jî ji aliyê fîrmaya organîzasyonê ve hatibû birîn”

Derbarê 220 kesên rakirine kar de lêkolîn

Di dema Sînan Aslan de jibo şaredariyê di yek qelemê de 220 xebatkar ji kar re hatibûn hildan. Xizmaniya van kesan bi Sînan Aslan û midûrên yekîneyên şaredariyê re ji aliyê mifetişan ve hatibû lêkolînkirin. Ji bilî vê yekê îhaleyên di dema Aslan de hatibûn pêkanîn jî ji aliyê mifetişan ve hatibû lêkolîn kirin. Di van lêkolînan de derketibû holê ku hima bêje hemû îhaleyên kirîna raste rast, dane tenê 3 fîrmayan.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qeyyumê şaredariyê, ji ber FETO’yê hat îxrackirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *