Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Geştiyarên Îranî 3 rojên xwe yên betlaneyê li Wanê derbas kirin. Îraniyên ku cade û kolanên Wanê tuje kirine, derbirîn ku ne tenê bo kefê, ew her wiha bo danûstandinê jî hatine Wanê.

Wan li ser sînorê Îranê ye û her sal malovaniya bi sedhezaran geştiyaran dike. Ne tenê otelên Wanê, her wiha mexaza, restoran, cafe, disco û cihên geştiyariyê jî bi Îraniyan tuje bûye. Wekî her sal, Îraniyan îsal jî betlaneya xwe ya 3 rojan li Wanê derbas kir. Dema ku hûn li nava sûka Wanê digerin ji Waniyan pêhtir, rastî Îraniyan tên. Gelê Wanê jî elimiye Îraniyan û heta ku ji ber hatina wan kêfxweş jî dibin. Li Wanê gelek dikandar jî fêrî zimanê Farisî bûne. Li hemberî vê yekê Îranî jî hewl didin fêrî Tirkî bibin.

Dikandarên Wanê jî bi hatina geştiyarên Îranî gelek kêfxweşin. Bi saya hatina geştiyarên Îranî, li Wanê tesîra qeyrana aborî jî hinek sivik bûye. Herî zêde geştiyarên Îranî kefxweşiya xwe ya ji ber xwarinan tînin ziman.

‘Cilûberg erzan in’

Geştiyara Îranî ya bi navê Meryem ku di dema danûstandinê de em li nava maxazayekê de rastî wê hatin diyar kir li Îranê salona wê ya bedewiyê heye. Meryem a bi heman demê mamostetiyê jî dike, bi gel şîrketeke tûrê hatiye Wanê. Ew dibêje, ku li vir danûstandinê dike û her wiha ji xwarinên Wanê jî pir hez dike. Meryem, rûyeke bi ken dibêje wê herî zêde hez kebaba îskenderê kiriye û nêzîkatiya gelê Wanê ya li hemberî Îraniyan jî pir ecibandiye. Meryem herî dawî got ku li Wanê cilûberg gelek erzan in û qalîteya kumaşê li vê derê jî pir başe.

Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e! - iranli turistler 1 1024x682 1
Meryem

‘Wekî welatiyeke vê derê nêzî min dibin’

Yek ji geştiyarên Îranî yê bi navê Muhammet jî dibêje ev hefteyeke li Wanê digere. Wî anî ziman ku par çûye Stenbolê, lê îsal hatiye Wanê û diyar dike ku xwarinên Wanê ji yên Stenbolê xweşiktir in. Ew jî dide zanîn ku herî zêde peqlawe û besteniya (dondurma) Mereşê çûye xweşiya wî. Muhamet kefxweşiya xwe ya li hemberî nêzikatiya gelê Wanê bo geştiyarên Îranî anî ziman û diyar kir ku wekî welatiyê vê derê nêzî wî dibin.

Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e! - iranli turistler 7 1024x682 1
Muhammet

 ‘Ji bilî texsîvana her kes gelek baş e’

Di dema gera xwe de em di çayxaneyekê de rastî komeke geştiyarên Îranî yên hatin. Dema ku me ji wan destûr xwast daku em rûnên cem wan, şêraniya li ber wan pêşkeşî me kirin. Di nava sohbetê de Meryemê ji bajarê Zahîdan a Îranê hatiye vê derê behsa serdana xwe kir. Wê got ku ev 3 roje li Wanê dem derbas dike û piranî jî wê di maxezayan de danûstandin kiriye. Herwiha Meryem çûye serdana Girava Axtamarayê û dibêje ew li çend navçeyên Wanê jî geriya ye. Meryemê diyar kir herî zêde Çax Kababî çuye xweşiya wê û got ji bilî texsîvanên Wanê hemû kes gelek baş nêzî wan dibin.

Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e! - iranli turistler 2 1024x682 1

‘Em aliyê ewlehiyê de rehetin’

Di dema gera Girava Axtamarayê de em rastiyê Necmiyeyê hatin. Ew ji bajarê Îsfahan a Îranê hatiye Wanê û ev 6 roje li bajar dimîne. Necmiye dibêje li gelek deverên geştiyarî yên Wanê geriyaye û wiha rêz kir: “Girava Axtamara, Mala Pisîkên Wanê, Mala Berevajî û Artemêt”

Necmiye diyar dike ku herî zêde jiyana şevê ya Wanê diçe çûye xweşiya wê û wê discoyên li vir pir ecibandiye. Bi ser pirsa me ya derbarê ewlehiyê de jî Necmiyeyê got, “Polîs, zimanê Farisî dizanin. Alîkarî didin me. Wanî gelek başin. Em xwe di nava ewlehiyê de hîs dikin.”

Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e! - iranli turistler 4

‘Wan bajarekî gelek xweş e’

Yek ji geştiyarên Îranî Fatîma ku biçek Tirkî jî dizane, anî ziman ku ev du roje hatiye Wanê û got, “Wan bajarekî gelek xweş e”. Fatîma derbirî ku çûye gelek deverên Wanê û herî zêde jî xwarinên vê derê hez kiriye. Fatîma ku li Îranê xwediyê salona bedewiyê ye diyar kir ku gelê Wanê bi awayekî baş nêzî wan dibe û her wiha ew ji ber bûhayên tiştan jî gelek kêfxweş e.

‘Ez 10 cureyên xwarinê çêdikim’

Şebnem Îranî ye û li Wanê xwaringehekê wê heye. Şebnem, anî ziman ku ew xwarinên Îranê çêdike û wiha got: “Ez 10 xwarinên cuda çêdikim. Xelkê Wanê pir baş e. Îranî herî zêde li vir danûstendinê dikin. Ew diçin Artemê tê.”

Şebnem, anî ziman ku li cadeya ku xwaringeha wê lê ye gelek Îranî hene û diyar dike ku Îranî ji kebabê hez dikin. Şebnem jî wek Îraniyên din dibêje, hem qalîteya cil û berg û hem jî bihayê cil û bergan li gorî Îranê gelek erzan e.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rawestegeha geştiyarên Îranî Wan: Her tişt gelek erzan e!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *