Rêvebereke Talîbanê yê paye bilind hate kuştin

featured
Afganîstan
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêveberê Talîbanê yê payebilind Şêx Rehîmullah Heqanî di encama erîşekê de hate kuştin.

Li gor nûçeya WOA’yê êrîşa xwekujer li hemberî Melayê Talîbanê ê navdar Şêx Rehîmullah Heqanî di dibistana olî de ya li paytexta Afganîstan Kabulê hat pêkanîn.

Berdevkê Talîbanê mirina wî piştrast kir

Berdevkê Rêvebirîya Talîbanê Bîlal Kerîmî kuştina Şêx Heqanî piştrast kir û wiha got: “Em xemgînî didin zanîn ku melayê rêzdar (Şêx Rehîmullah Heqanî) di êrîşeke hovdar ya dijminan de şehîd bû.”

Li gor zanyariyan, êrîşkar kesek bû ku berê lingê xwe winda kiribû û wî teqemenî ya di lingê xwe yê çêkirî de veşartibû, teqand.

Çavkaniyên Talîbanê destnîşan kirin ku derheqê êrîşê de lêpirsînek dane destpêkirin û hêj jî didome.

DAIŞ-K’yê êrîş rakir ser xwe

Di vê navberê de rêxistina herêmî ya DAIŞ’ê, ku bi navê Dewleta Îslamî ya Xorosanê (DAIŞ-K) berpirsrîyarîya êrîşa kujêr ya dijî Şex Haqqanî girt ser xwe.

Şex Haqqanî di axaftinên xwe de, bi piranî bi rengekî tund dijî DAIŞ-K diaxifî.

Hêjayî bibîrxistinêye ku DAIŞ-K komeke çekdar e û di destpêka sala 2015’an de li Afganîstanê derket hole; dijî desthilatdarîya Talîbanê şer dike û hemberî Misilmanên Şîa yên welêt êrîşên bombeyî pêk tîne.

Rêberê Talîbanê yê olî Haqqanî mîna gelek endamên payebilind yên Talîbana Afganî, ji Darul Uloom Haqqania, dibistaneke olî ya mezin li nêzî bajarê Peşawar yê bakurê rojavayê Pakistanê perwerdehî dîtibû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rêvebereke Talîbanê yê paye bilind hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *