Mehmet Gur nivîsî: Rewşa zimanê kurdî û helwest û rawistandina kurdan..

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ezê nivîsa xwe li ser vê bingehê binivîsim. Zimanê kurdî zimanek kevnar û dêrin e. Zimanê mîtolojî,helbest û wêjeyê ye. Nivîstokên pîroz ên serdema neolotikê bi zimanê Kurdî hatiye gotin û berkirin. Têgehên jiyan û peyvin li ser hatî avakirin bi kurdî hatiye honandin. Têgehên çandin,sewal,olî,bîr û bawerî bi vî zimanî hatine rêsandin.


   Ez werim ser mijara me ya bingehî. Ezê ji avakirina komara kemalista vir ve rewşa zimanê kurdî binirxinim û şirove bikim. Zixt,êrş û bandora qedexeyên li ser zimanê kurdî binivîsim. Piştî damezirandina komarê zimanê kurdî kete bin penç,zixtên bişkivandinê. Xeyal,armança kemalistan dewleteke asankirin,yekreng bû. Ev raman ji jî dewletên ewropî ital kiribû. Fikr û ramanên têkoşerên itihatî terakiyê di giyana kemalistan de vejibibû. Pergalê dewleta xwe li ser monizmê damezirandin.  Dewleta netewî ya kemalista bingehê xwe li ser netewa tirkan ava kir,gelên cuda û çand,zimanên cuda ji înkar kirin. Yek dewlet,yek netew,yek al,yek ziman esas girtin. Bi kanûn,rêziknaman zimanê kurdî di hemû  qadên jiyanê de qedexe kir. Gelê kurd bêgav ma ku fêrî zimanê fermî bibe. Ji bo pêwendiyên fermî û kar û barên dewletê neçar diman ku tirkî bizanin. Ji bo pêşeroja zarokên xwe zimanê fermî bêgavî didît. Dewletê ji bi hemu saziyên xwe ji bo bişkîvandina zimanê kurdî sefer ber kiribûn. Her çi qas dewletê siyaseta bişkivandinê xistibe meryetê ji,ya esas helwest,rawesta Kurdan bi xwe ye.

Kurdan duwarek di navbeyna xwe zimanê xwe de honandiye. Xwe li hember fêrkirina zimanê xwe berpisyar nabînin. Berpiyariyeke takekesî nav gelê kurdan de nîne. Malbat,dayik û bab berpisyariyeke netewî di xwe de his nakin. Her kes berpisyariyê diavêt ser yek din. Xwedî rawisteke gel û netew nînin. Duwarên hişk û bilind navbera xwe zimanê xwe de ava kirine. Meyl û xweztina wan li ser zimanê biyanî û serdesta ye. Zarokên xwe fêrî zimanê xwe nakin,fêrî zimanê serdestan dikin. Tiştek sosrete lê mixabin rastiyek me ya tûje ku meyla dayikên kurd li ser tirkî ye. Zimanê netewa serwer derbasî nesilê me yê nû dikin. Cihikirina hine tiştan de nînin. Ku bi destên xwe gelekê qir dikin. Ziman tê ne peyvin û têkilî ne. Ziman kesetiya gelane. Kesetiya zarokên xwe bi zimanek biyanî teşe dikin. Ziman giyan,mejû û kesatiya netewan e.

Her netew wekî zimanê xwe ye. Em kurd xwelîserin,ji bo xwe kosî girin,ji bo xelkê masî girin. Em ji zimanê xwe direvin. Zimanê me wekî jehr,mar ji bo me tê. Di dîrokê de çi gel wekî me ji zimanê xwe ne revine û meyl nedaye zimanên biyanî. Dayik û babên me ewilî zarokên xwe bi zimanê serdestan perwerde dikin. Zimanê xwe derbasî zarokên xwe nakin. Bi zimanek biyanî pêşeroja gelê me kor dikin û bi nezaniya xwe gora netewa xwe dikulun. Qaşo yên ku li ser navê netewa kurd siyasetê dikin zimanê xwe fêrî zarokên xwe nakin. Herin malên parlementer,şaredar,rêveberên me yek li gel zarokên xwe kurdî napeyve. Hemû yan zimanê serdestan fêrî zarokên xwe kirine. Zimanê serdestên di xaka me de bûye zimanê me yê  netewî,têkilî,jiyan û axiftinê. Kesatiya me ya netewî windabûye. Nifşê nû sedê pênçî zimanê xwe nizanin,bi zimanek din dipeyve û peywendiya li gel zarok,malbata xwe didane. Roj bi roj sur û duwar di navbera me zimanê me de bilindibin. Nifşê berê yê tenê kurdî dizanî giştî mirine,nesilê ku kurdî û tirkî dizane ji kêm bûye. Nifşê nûjen bes tirkî dizane. Ev ji kêmasiye û qirbûna gelekê ye. Gel bi ziman,çand,hûner,ola xwe ji gelên din cuda dibin. Lê mixabin em kurd wekî gelên serwerî xaka xwe lêhatine. Cudahî di  navbeyna me de nemane. Tenê ziman mabû ew ji nivî nivî cûye. Pêşeroja gelê me tariye û zimanê me winda dibe. Lewra em derbasî nesila nû nakin. Dayik û babikên nû ji rastî,ruha netewperwer dûr in. Duwar xistiye navbera xwe zimanê xwe. Berpisyareke netewî di xwe de nabînin ku bi zimanê kurdì zarokên xwe mezin bikin.


    Dewletên li ser xaka me serwer bi armança bişkivandinê siyasetê bimeşinin ji,dîsa helwesta gelê me diyarker e. Heke gel bi xwe ber bayê bişkivandinê bi dilxwaz nekeve. Dê ev armanç,siyaset û xebatên wan vala derbikevin. Li gelê me bi dilxwazî desmala bişkivandinê ya girtiye dest xwe û lez û bez ên bezine ser govenda bişkivandinê. Gelek siyasetmedarên me li girtigehan girtine û vegotinên xwe li dadgehan kurdî didin. Ev hewlsetek cihdaye û pîroz e. Lê mixabin werin vê ecêbê pîrtûkên xwe hemû bi zimanê tirkî dinivîsin. Ev pîrtûkên wan çi dewlemendiyê nadin zimanê me. Ji bo wejeya tirkan dibin mal. Ji bo zarok,ciwanên me nabin minak. Tiştekê ji bo pêşketinê tevilî zimanê me nakin  ji bo zimanê xelkê kar dikin.

Yaşar Kemal wejêkarekî mezin û nav denge. Lê hinî serê derziyê beşdariyek li zimanê me nekiriye. Vêca li ba min çi qimetê pîrtûkên wan nînin. Lewra tiştekê beşdarî  zimanê xwe nakin û pêşengiyê ji bo nifşê nû nakin. Meyl û xwastina didin ser zimanên biyanî. Ehmedê xanî û Feqiyê Tayran gava diwanên xwe nivîsin bi kurdî nivîsin. Dikarin bi erebî,farisî an ji bi osmanî binivîsin. Lê bi kurdî nivîsin pêşengî ji bo nivîskar û netewa xwe kir. Tiştên bêhempa tevlî zimanê xwe kirin. Ala zimanê xwe bilind kir û heta roja me anin. Ev berpisyariyeke netewî, dîrokî bû girtibû ser milên xwe. Lê mixabin siyasetmedarên me hêj negiştine vê hişmendiya netewî. Pêşengiyê ji bo pêşeroja nifşê nû nakin. Wan hêj ji zimanê wan dûr dixin. Bi berhemên xwe duwaran di navbeyna zarokên kurd û zimanê wan de  ava dikin.


     Li ser vê xeteriya kurdan ya li hember zimanê xwe niviskarê Emerikî dibêje kurd li hember zimanê xwe bêalaqaderin,xwe berpisyar his nakin. Ev ji xetereke mezine ku zimanê wan bikeve qategoriya zimanên mirî.
    Nivîskarê Emerikî wiha didomine dahûrandina xwe.L. Chyet, ku nivîsandiye ku kurdên Tirkiyê ji ber jimara zêde ya kurdan berpirsiyariya xwe nînin ku zimanê kurdî ji zarokên xwe re ragihînin, lê zêde dike ku sedema vê yekê ev e ku kesên kurd difikirin ku bê guman yên din hene vî karî bikim ger ez nekim jî.Siyasetmedar,rêber,dayik û malbatên netewa kurd li gorî hest,hisên netewî tevnagerin û xwe berpisyar nagirin. Her kes berpisyariyê diavêt ser milê ciran û derdora xwe. Ji bo zimanê kurdî bêalaqederin, ranaginin nifşê nû. Wekî lawirî ji zimanê xwe direvin. Hemû pêwendî û jiyana wan li ser zimanê serwer hatiye avakirin. Li vir çîrokek gelêrî ye ku Chyet di gotara xwe de li ser vê biryardariyê bikar anî parve bikim.Di festîvalek gund de, muxtarê gund plan dike ku kaniyek bi şeraba herikî ava bike. Ew li gundê 40 esilzade wezîfedar dike ku şerabê peyda bikin. Her yek ji van 40 esilzade ji xwe re difikirin: ‘Kes nizane ku ez avê dibim, ji ber ku 39ên din dê şerabê bînin.
      

Bê guman, ji ber ku her kes heman tiştî difikire, dema ku kanî tê vekirin, av ji kaniyê diherike, ne şerab. ”Wek L. Chyet tekez dike, kaniya kurdî ya ku li şûna şerabê avê diherikîne, ji wê baweriyê ye ku ger ez wiya nekim, yên din wê bikin. Ev reftara ku bi taybetî zaravayê Kurmanciya Bakur xistiye xeterê, dê baştir bibe dema ku Kurd zimanê xwe derbasî nifşên pêşerojê bikin. Gotina dawî xweda riya rast nîşanî kurdan bike. Da kurd li zimanê xwe vegerin. Ziman ruh,mejûyê netewê ye. Divê kurd vê baş bizanin. Ziman wisa hêsan nebînin. Gava ziman windabû ew gel ji winda dibe û di nav pêlên dîrokê de berze dibin.
        Mehmet Gur

Tepki Ver | mutlu1
1
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Mehmet Gur nivîsî: Rewşa zimanê kurdî û helwest û rawistandina kurdan..

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *