Rojnamevan Guler: Şîrketa ku tekzîp şandiye, dixwaze bêrêtiyê bide veşartin!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şîrketa Alan Sosyal Hîzmetler, ku navê wê di nûçeya me ya derbarê bêrêtiyên di Şaredariya Rêya Armûşê de hatibû rojevê, rojnamevanê nûçe çêkiribû û ajansa me armanc girt. Şîrketa, ku diviya îdîayên derheqê xwe de bersivîne, di metna tekzîpê de li şûna vê dest avêtiye, heqeret û bêbextiyan. Gerînendeyê me yê Giştî Siddik Guler, tekildarî mijarê de got, “Belgeya ku hatiye şandin, dûrê metna tekzîpê ye. Ev metîn, rojnamevaniyê dike armanç û hewl dide bêrêtiyên derketine holê veşêrê. Her wiha tê xwestin ku darazê jî di vê çarçoveyê têxe bin bandorê.”

Serhat Newsê, di 28 Tîrmehê de bi belgeyan, derbarê bêrêtiya ku personelê Şaredariya Rêya Armûşê jî di nav de bû, nûçeyek çêkir. Piştî nûçeyê, Midûrê Berpisyar yê Şîrketa Alan Sosyal Hîzmetler Gida Nak. Înş. San. Tîc. Ltd. Ştî. Coşkun Işik, ku navê wê di nûçeyê de, derbas dibû, bi rêya noterê, metnekî ‘tekzîpê’ ji me re şand. Encax, di vê metnê de, şûna îzahatên derbarê îdîayên bêrêtiyê de, derbarê me de heqeret, neheqî û bêbextî hatine rêzkirin.

Di metna ku ji 4 rûpelan pêktê de, derbarê îdîaya guhertina hin xalên şertnameya îhaleyê de, ku di sala 2019’an de beriya îhalêyê hatibû guhertin û bi vî şiklî, zirar ji cemaweriyê re hatibû dayîn, tu îzahat nehatine kirin. Berevajî vê, di metnê de peyamên ji bingeha xwe dûr yên siyasî hatine bilêv kirin. Di nivîsa navborî de, ev îdîayên ji dûrê rastiyê hatine rêzkirin: “Tê xwestin ku suîqestê, li rûmeta me ya bazirganî bê kirin, bo berjewendiyên neheqkirî bidin hin kesên rasteqîn (gerçek kişi) û kesên qanûnî (tuzel) hewldan tên kirin. Bi armanca; di nava civakê de desthilatdarkirina qirêjî û xerabiyê, her wiha bo avakirina bingeha bûyerên nayên xwestin, bi avakirina hijmendiyeke ku bo paşerojê bibe jêneveger, ev qaşo nûçe hatiye çêkirin.” Gelekî sosrete ku, bi van gotinên bê bingeh û dûrê rastiyê, beyî tu biryarên qanûnî hebin jî, tewanên teqez hatine bilêvkirin.

Şîrketê, rojnamevan wekî ‘Xizmetkarê hin derdorên derqanûnî’ tewanbar kiriye

Di vê navberê de, dîsa wê çaxê, ji ber ku hin bêrêtî hatibûn tespîtkirin, şaredariyê pere ji vê fîrmaya navborî birîbûn. Li şûna îzahata vê mijarê jî şîrketê, em wekî armanc dane nîşandan û heqeretên giran li ajansa me kirine. Di şertnameya teknîkî de hatibû gotin ku, “Divê wesayîtên kar yên bo îhaleyê tên xwestin, li ser navê şirketê qeyîtkirîbin’. Di nûçeyê de jî me, bal kişandiye ser vê yekê û gotiye ‘Bi vî şiklî rê li ber fîrmayên din hatine girtin ku tevli îhaleyê bibin’. Di nivîsê de derbarê vê de ji ev tişt hatine gotin: “Ev qaşû nûçeya we ku we gotiye, ‘rê li ber fîrmayên ku dixwazin tevli îhaleyê bibin hatiye girtin’, jî dide nîşandan ku hûn xizmeta kî dikin û ji kî re dilsozin. Diyare ku têkiliya rojnameya we bi hin derdorên derhiqûqî re heye, bo we rêgezeke ku hûn van derew û qaşo nûçeyan, xizmetê ji van derdorên derqanûnî bikin. Armanca we, ew e ku hûn xizmetê bo derdorên derqanûnî bikin û teqez diyar dibe ku hûn ji van derdorên derhiqûqî sud werdigirin.”

Rojnamevan Guler: Şîrketa ku tekzîp şandiye, dixwaze bêrêtiyê bide veşartin! - Siddik Güler 1
Gerinendeyê Giştî yê Serhat Newsê Siddik Guler

Guler: Emê gilî bikin

Gerînendeyê Giştî yê Ajansa me Siddik Guler, destnîşan kir ku ev metna ‘Tekzîpê’ dûrê metnekî hiquqîye û wiha domand: “Em ê derbarê vê de gilî bikin. Li vê derê tu metnên tekzîpê tune ne. Heqeret, armancgirtin û bêbextî hene. Fîrmaya ku derbarê wê de îdîayên bêrêtiyê hene, li şûna bersiva van îdîayan bide, bi vî şiklî dixwaze bi me paş ve gav bide avêtin. Fikra wî/wê ya siyasî çi be bila bibe, kes an jî derdorên ku hima bêje li hemû saziyên fermî de bicih bûne û destê xwe dirêjî risqê vî gelî dikin, di armanca me dene û em her tim derheqe wan nûçeyan çêbikin. Serhat News, li Wanê di çarçoveya zagonan de hatiye avakirin û ku wekî tê gotin, di bin tesîra tu kes an jî derdoran de nîne. Ajansa me rojnamegeriya bê alî û serbixwe dike armanç û di vî warî de yek ji saziyên çapemeniyê ya mînake. Bila baş bê zanîn ku, em ê li dû şopa rastiyê bin û bi berdewamî nûçeyên xwe çêbikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rojnamevan Guler: Şîrketa ku tekzîp şandiye, dixwaze bêrêtiyê bide veşartin!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *