Rojnamevanê Kurd ê Îranê: Jiyana min di metirsiyê de ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet / İdris Yılmaz

Rojnamevanê Kurd Hîwa Molaniya ku ji ber nûçeyên xwe yên li Îranê dihat darizandin û diyar kiribû ku rastî gelek îşkenceyan hatiye, beriya 14 salan neçar ma welatê xwe biterikîne. Molaniya ku li gel hevjîn û zarokê xwe yê 2 sal û nîvî re xwe spartiye sînorê bajarê Wanê û bi karê rojnamevanîya serbixwe debara xwe dike. Lê gefên li ser wî karê wî yê rojnamevanîyê asteng dike.

Rojnamevanê Kurd Hîwa Molaniya ku diyar kir ku di sala 2006’an de dema ku li Îranê li dijî desthilatdariya Îranê xwepêşandanek dişopand hat binçavkirin û 3 rojan rastî îşkence hatibû.  Molania anî ziman ku piştî zextên giran 9 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û piştî ku hate berdan karê xwe ji cihê ku lê hiştiye berdewam kir. Lê ji ber ku nûçeyên ku wî dane îqtîdarê, lêpirsînên nû li ser wî hatin vekirin. Molania ji ber tirsa ku careke din rastî îşkenceyê bê, welatê xwe terikand, li Wanê ku yek ji bajarên sînorê Tirkiyeyê ye bi cih bû. Molania diyar kir ku ji ber penaberiyê nikare karekî bibîne û debara xwe bi karê serbixwe dike. Lê belê Molania ya ku diyar kir di demên dawî de ji jimareyên nepenî telefonî wê kirine, diyar kir ku ji ber tehdîdên ku lê hatine xwarin nikare pîşeya xwe bike.

‘Rojnamevan hatin revandin û înfazkirin’

Molania amaje bi wê yekê jî kir ku rojnamevaniya mûxalîf yek ji pêwîstiyên civaka demokratîk e. Molania diyar kir ku azadiya ragihandin û ramanê ku ji aliyê qanûnên navneteweyî ve ji bo rojnamevanan hatiye naskirin, li piraniya welatan nayê bicihanîn. Molania got, “Li Îranê ez û bi dehan hevalên xwe yên weke min rastî zextên mezin hatin. Rojnamevan ku ji Îranê derketin ji ber ku ewlehiya canê wan li Îranê tunebû ji aliyê hêzên Îranê ve bi rêbazên neqanûnî hatin revandin. Hinek hatin îdamkirin, hinekan jî cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Rojnamevanekî bi navê Runullah Zem, ku me vê dawiyê pê re kar kir û ez wî ji nêz ve nas dikim, bi handana xwepêşandanên dijî hikûmetê di sala 2017/18an de hat tawanbar kirin. Ruhullah Zem di bin zext û gefên tund de bû. Ji ber vê yekê neçar ma ku ji Îranê derkeve. Hevalê min Zem li Fransayê penaber bû. Dema hat Iraqê li vir hat revandin û li Îranê hat îdamkirin. Bi dehan rojnamevanên mûxalîf ên ji Tirkiyê hatine revandin hene.”

‘Tehdîd li min tê lê ez nikarim pirsgirêka xwe vebêjim’

Molania, anî ziman ku di demên dawî de gefên giran li wê jî tên xwarin û diyar kir ku ji ber gefên ku lê hatine xwarin nikare karê xwe bike. Molania got, “Bi rojan e, kesên ku ez wan nas nakim ji jimareyên taybet telefonî min dikin. Dibêjin hevalên min in û navnîşana min dixwazin. Di heman demê de ev kes çûn cem malbata min jî. Li ser bavê min ê li Îranê dijî, zextên derûnî dikin û dibêjin ‘3 gorên kurê xwe û malbata wî amade bikin, wê di demeke nêz de sersaxiyê ji we re bikin’. Ez nîgeran im ku tişta ku hat serê hevkarên min ên ku ji aliyê Îranê ve hatin revandin û îdamkirin, were serê min jî.”

 ‘Min nekarî dengê xwe bidim bihîstin’

Molania, anî ziman ku piştî gefên li wan hatiye xwarin çûye midûriyeta polîsan û got ji ber ku ziman nedizanî wî nekarîye pirsgirêka xwe vebêje. Molania diyar kir ku serî li gelek saziyan daye û hîna jî encamek bi dest nexistiye û wiha got: “Bi rojan e ez nikarim bixebitim û di rewşeke madî ya gelekî xerab de me. Loma jî ez nikarim dengê xwe bidim bihîstin. Ez ditirsim ku ew ê min bibînin û zirarê bidin malbata min.”

Werger: Arif Aslan

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rojnamevanê Kurd ê Îranê: Jiyana min di metirsiyê de ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *