Rûyê şer ê din: Zarokên penaber

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Zarokên penaber ên Efxanî ku ji ber zordariya Talîbanê neçar mane bi malbatên xwe re koçî Tirkiyeyê bin, di nava rewşeke xerab de hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Ev zarokên hanê, li Tirkiyeyê piranî ji ber ku zimanê Tirkî nizanin zehmetiyan dibînin. Li Wanê,  Komelaya Astendarên Bihistinê û Malbatên Wan bo zarokên penaber qursên xwendin û nivîsînê dane destpê kirin.

Li Efxanîstanê, ji ber zulm û zordariya Talîbanê, gelek kes ji vî welatî, bi ser Îranê ve koçî Tirkiyê dikin. Bajarê Wanê jî, bona ku li ser sînor e penaber li vir cih dibin.  Hejmarek zêde penaberên niha li Wanê jiyan dikin, zêdetirê bi pirsgirêkên aborî, tenduristî û ziman rûbirû dimînin.

Bo ziman piştgiriya qursê

Komeleya Astengdêrên Bihistinê û Malbatên Wan, ya Wanê di sala 2007’an de hatiye avakirin û piştî bo mezinan, niha jî qursên ziman dide zarokên penaber.

Niha 30 zarok di qursê de perwerde dibînin. Hindekara qursê Mamosteya Zimanê Tirkî Serap Pîşkîn, destnîşan dike ku li gor mezinan, zarok zutirîn hînê ziman dibin û wiha got, “Em bi hînkirina alfabeyê dest bi perwerdehiyê dikin. Bo ku alfabe ji hevdû cuda ne, zarok hin zehmetiyan dibînin. Em bi rêza, axaftin, guhdarkirin, xwendin û pêşveçûna ziman perwerdehiya xwe didomînin”

Rûyê şer ê din: Zarokên penaber - multeci cocuklar savas 2 750x563 1

Pîşkîn, derbirî ku qursên wan dê heta 27’ê Îlonê vekirî bimîne û piştî vê dîrokê jî da zanîn zarok wê dest bi dibistanê bikin. Pîşkîn,  got ku têkiliyek baş bi zarokan re ava kirine û navbera wan bi zarokan re pir başe. Ev dibêje ku zarok piranî ji ber ku Tirkî nizanin dikevin nava zehmetiyan, lê dîsa jî di nava demek kin de zarok hînê ziman dibin.

Pîşkîn wiha axivî: “Niha zarok bi lez hînê ziman dibin. Lê dîsa jî piranî di navbera xwe de zimanê Farisî diaxivin. Di nava polê de, ew jî wekî zarokên din carnan şer dikin, nîqaş dikin. Lê bi giştî bi hevre baş derbas dikin. Me ev qurs bi ser daxwaza malbatan vekiriye. Zarok bi daxwaza xwe hatine vê derê. Wana dest bi dibistanê dikin, lê dîsa jî dixwazin bêne vê derê.”

Rûyê şer ê din: Zarokên penaber - multeci cocuklar savas 1 1 750x563 1
Nesîbe Rasolîn

 ‘Ev der pir diçe xweşiya min’

Zaroka bi navê Nesîbe Rasolîn 4 sal beriya niha hatiye Wanê û bi rûkenî dibêje ‘Ev der pir diçe xweşiya min’. Nesîbe, diyar kir ku bi destpêka qursê vir ve ew tê qursê û got ku ew gelek hezê hevalên xwe dike û pir dilşade ku tê qursê.

Rûyê şer ê din: Zarokên penaber - multeci cocuklar savas 4 750x563 1
Meysa Muhammedî

Zaroka 8 salî ya bi navê Meysa Muhammedî, ji meha Tebaxê vir ve tê qursê. Ew dibêje ku na bi tenê bo hînbûna ziman, ew aliyê din bo dîtina hevalên xwe û lîstikan tê qursê.

Video-Montaj: Dildar Guler

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rûyê şer ê din: Zarokên penaber

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *