S.Ç ya ku xurdeyan berhev dike: Ez neçar im

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê hejmara kesên ku bi berhevkirina xurdeyan debara xwe pêk tînin her roj zêde dibe. Jina bi navê S.Ç ya 52 salî ji yek ji van kesan e. S.Ç tevî ku gelek nexweşiyên wê jî hene, hewl dide ku debara xwe bi berhevkirina xurdeyan pêk bîne.

Li Wanê ev demeke hejmara kesên kaxezan berhev dikin, bi aveyekî berbiçav zêde bûye. Temenê van kesan piranî bi ser 50’ê de ye û ew dibêjin ku pereyê ku ji vî karî digihije destê wan, têra kirayê jî nake.

Kesên ku piraniya wan xêzanin, ji ber betaliyê û krîza aborî ya niha li Tirkiyeyê tê jiyandin, ji neçarî vî karî dikin.

Hinek bi telîsan, hinek bi erebeyên destan û hinek jî wesayîtên bi ceyranê dixebitin kaxez û xurdeyan berhev dikin. Ti ewlehiya kar a zagonî ya van kesan tuneye û bê statu vî karî dikin.

Ev sê sale xurdeyan berhev dike

Dayîka du zarokan S.Ç. a 52 salî 20 sal beriya niha ji hevserê xwe berdaye. Ew hewl dide niha di bin mercên zor û zehmet de zarokên xwe mezin bike. S.Ç., niha tevî kurê xwe yê ku betal e hewl dide di nava jiyanê de li ser piyan bimîne.

S.Ç., ku ev 3 sale karê xurdefiroşiyê dike, di kirê de ye û piştî ku kurê wê mezin bûye, dewletê alîkariya civakî ya wê jî qut kiriye. Ew dibêje ku mehê 950 TL pere dide kirê û bi saya alikariya welatiyan dikare jiyana xwe bidomîne. S.Ç., ku di nava rewşekî gelek kambax de jiyan dike, bang li xêrxwazan dike ku alîkariyekê bidin wê.

Jina bê siud S.Ç., tevî barandina rondikan behsa jiyana xwe dike û dibêje, zehmetayi herî mezin ya wê di dema zivistanê de berhevkirina xurdeyan e. S.Ç., wiha derbirî; “Carnan ez rastî hin insanên nebaş têm. Lê ez nizanim, wê heta kengî bikaribin xwe ji van kesên nebaş biparêzim. Carnan saet 2’an de carnan jî saet 3’ê serê sibê de ez tême malê. Hin caran rastî tînerkêşan jî têm. Bi tirs ez vedigerim malê. Lê ez neçarim, tiştek din ji destê min nayê. Jiyana me wiha bûye, lê înşallah wiha naçe.”

 ‘Ez bi neçaçariyê xurdeyan berhev dikim’

Dema ku behsa çewaniya berhevkirina xurdayan dike jî S.Ç., bi axînek kûr dest bi gotina xwe dike. Wê diyar kir ku bi neçariyê dest bi berhevkirina xurdeyan kiriye û wiha domand: “Erebeya min ya destan tune bû. Mi li cem hesinkarekî ji xwere bi hesinan erebeyek da çêkirin. Jiber ku ez neçar bûm min dest avêt vî karî. E temenê min derbas bûye, ez çûm ku derê ji min re gotin ku temenê te mezin e em nikarin kar bidin te. Ez neçar mam ku vî karî bikim. Nexweşiyên min yên Astim, şekir û tansiyonê hene.”

S.Ç., destnîşan dike kurê wê bêkare û bo wî serî li saziya ÎŞKUR’ê dane, lê tu encam wernegirtine. Ew tevî rondikên çavan gotinên xwe berdewam dike û bi avayekî hestewar di berdewamiyê de dibêje ku bo kurê xwe çûye AK Partiyê, lê wan jî berê wê daye ÎŞKUR’ê, mixabin dîsa encam neguheriye.

S.Ç., diyar dike ku ew kîloya xurdeyan carnan didin 2 TL nîv, an jî 3 TL yan û wiha di axive: “Carnan xurde 2 Tl nivan, carnan jî 3 TL yan dikerin. Ev li gor çî wiha dibe, em jî nizanin. Êdî hemû tişt ji wijdana wan re maye. Ji xurdeyan rojê 35-40 TL digehije destê min. Ez bi vî pereyî hewl didim kirêya xwe bidim. Xwediyê malê mehane 950 TL pere ji min distîne.”

S.Ç ya ku xurdeyan berhev dike: Ez neçar im - kagit toplayan kadin1 1

‘Ez nikarim ji xwe re tiştek bistînim’

Di berdewamiyê de jî S.Ç., rewşa xwe bi heman avayî tîne ziman û wiha dibêje: “Ez nikarim tiştekî ji mala xwe re bistinînm. Penîr nayê kirin. Dema ez li ber zebzefioşan de derbas dibim, çavê min lê dimine lê ez nikarim bistînim. Bona ku tiştek têde nîne ez fîşa sarincê her tim derdixim. Ez nikarim tu tiştî bistînim. Nîne ez çi bikim.”

S.Ç., ku di meha zivistanê de tevî hemû derdan, derdê sotemeniyê jî ketiye ser milê wê dibêje ku, di mala wê de xalîçe jî nîne, melayê mizgeftê xêra xwe xalîçeyek daye wê.

‘Cîran alîkarî didin wê’

Wê destnîşan kir ku gelek caran cîran ji wê re xwarin tînin û ew ji ber vî halê xwe gelek fedî dike. S.Ç., wiha dirêji da gotinên xwe: “Çi ji destê wan were bo min dikin. Ez gelek minedarim. Lê her tim ew jî nikarin alîkarî bikin. Rewşa wan jî nebaşe. Hinek caran kincên kevin tînin, xwarin tînin. Hin caran jî ez solan di çopêde peyda dikim. Wana dişom û li piyê xwe dikim.”

Herî dawî S.Ç., bang li rayedarên dewletê kir ku ji kurê wê re karek peyad bikin û wiha axivî: “Çi daxwaza min ji dewletê nîne. Ji xwe temenê min derbas bûye. Kî dê kar bide min. Tenê ez dixwazim dewlet karekî bide kurê min. Jiyan gelek zehmet e.”

Serhat News

(lg)

Video & Montaj: Barış Aslan

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
S.Ç ya ku xurdeyan berhev dike: Ez neçar im

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *