Şanoger Ciwan: Em xelkekî bindestin nikarin di sehneyên mezin de bilîzin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şanoger Alan Ciwan balkişand ser cudahiya derfetên şanoyê yên li Ewropa û Tirkiyeyê û got, “Helbet leyîstina li Ewropayê cuda ye. Yekî Ewropî bi kêjan teknîkê lîstikê temaşe dike, gere yekî Kurdîstanî jî bi wê teknîkê listîkê temaşebike. Dawîya dawî em xelkekî bindestin û nikarin di sahneyên mezin de bileyîzin. Lê piştî 5 salan radibî û bilîstikeke Kurdî tê welatê xwe Kurdîstanê. Ev hesteke bêmînake”

Şanoger Alan Ciwan ku li Ewropayê jiyan dike, demek beriya niha bo tevli mihrîcana ŞanoWanê bibe hatibû Wanê derbarê ‘Lîstika Balindeyên Xemgîn’ û xebatên xwe de hin agahî dan Serhat Newsê

Ciwan, ê ku nêzî 8-9 sale bi bi şanoya Kurdî re eleqeder dibe, di sala 2017’an de li Ewropayê cih bûye. Wî heta niha di gelek lîstikên bi zimanê Kurdî, Îngîlîzî û Almanî de cih girtiye.

Şanoger Ciwan: Em xelkekî bindestin nikarin di sehneyên mezin de bilîzin - Sanoger Ciwan Em xelkeki bindestin nikarin di sehneyen mezin de bilizin 1

Ciwan, dema ku behsa rêwîtiya jiyana xwe dike, piranî balê dide ser xeribiyê, bi taybet ji xerîbiya welat. “Dema ku mîrov diçe cîhên xerîb ji xwe dipirse; tû kiyî? Nasnameya te û gelê te kî ye? Jiber ku, gelek kesên bi nasnameya xwe serbilind dijîn li wir hene. Çima li Tirkiyeyê an li heremê hesteke wisa çê bûye ku em mêvan in û ne xwedîyê vê derê ne. Dema ku ez li Stenbolê bûm, min xerîbiya xwe ya herîzê de, li wê derê kişand. Yanî ez ne perçeyekî wê cîvakê bûm. Hîsê min wiha bûn.”

‘Gelo ez kîme?’

Ew dibêje ku ‘Qesra Balindeyên Xemgîn’ ji yek wan romanane ku gelek tesîr li ser wî kiriye. Ciwan anî ziman ku di dema berê de ku ev roman xwendibû, wê çaxê binê hin hevokan xêz kiribû. Dema ku ew diçe Ewropayê cardin pirtûkê dixwîne û her wekî caran dîsa heman pirsan ji xwe dike, ‘Gelo ez kîme!’

“Ez balindeyekî çawa me ? Ez kîjan balinde me? Di çîrokê de behsa wan balindeyan dike ku ji cîhekî anîne cîhekî din. Ji ber ku ew balinde xweyî cografyayeke din û çîrokeke din in û ji axa xwe dûr ketine, xemgîn dibin hêdî hêdî. Min jî xwe wek balindeyeke bi wî rengî hîs kir. ”

Şanoger Ciwan: Em xelkekî bindestin nikarin di sehneyên mezin de bilîzin - Sanoger Ciwan Em xelkeki bindestin nikarin di sehneyen mezin de bilizin 5

Piştî van gotinan Ciwan derbarê lîstikê de jî hin agahî dane û dibê ku cara ewil wan promiyera lîstikê li Belçikayê pêk aniye û dûre jî ew li Elmanyayê derketine ser dikê.

Ciwan diyar dike ku xwesteka wan ya herî zêde ew bû ku li bajarên Kurdan derkevin ser dikê û wiha axivî: “Dawîyê jî fikra me ew bu ku em vê çîroka xwe bînin Kurdîstanê. Ji ber wê yekê me wek turneyekî amade kir û me xwest mîhrîcana 8. Ya Şanoya Bajêr Ya Amedê derkevin li ser dîkê . Pişt re em çune Batmanê û herî dawî jî em hatin Wanê.”

‘Xwesteka min ya herî mezin ew ku ez werim vê derê’

Şanovan Ciwan di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya hatina heremê jî bi van gotinan anî ziman: “Helbet leyîstina li Ewropayê cuda ye. Lê piştî 5 salan radibî û bilîstikeke Kurdî tê welatê xwe Kurdîstanê. Ev hesteke bêmînake.”

Şanoger Ciwan: Em xelkekî bindestin nikarin di sehneyên mezin de bilîzin - Sanoger Ciwan Em xelkeki bindestin nikarin di sehneyen mezin de bilizin 2
Alan Ciwan

Wî di berdewamiyê de balkişand ser, cudahiya şert û mercên listikvaniyê yên li Ewropa û Tirkiyeyê. Ciwan destnîşan dike ku derfetên teknîkî jî tesîrê li ser qalîteya lîstikê dikin û wiha pêde çû: “Ji ber ku şert û mercên vê derê ne wek wê derê ne. Di hêla teknîkî û sehneyî hîn tişt lazim in. Mesela bilindahiyek 7 metre ji bo me lazime, ka em ê li kuderê bibînin? Tune ye mixabin. Dîsa ji bo deng û ronahiyê jî problem derdikevin (holê)”

‘Di şanoyê de teknîk gelek muhîme’

Tevî hemû pirgirêkên neyî nî jî Ciwan diyar dike, “Li hember hemû kêmasiyan tu dibêjî ‘Çîrokeke min heye û ez dixwazim çîroka xwe biavayekî pak pêşkêşî temaşevanan bikim’ Lê bi ya min teknîk jî muhîm e û perçeyekî gelek girîn yê şanoyê ye. Lîstikek bi kêjan teknîki hatibe amade kirin divê bi wê teknîkê were sehne kirin jî.”

Şanoger Ciwan: Em xelkekî bindestin nikarin di sehneyên mezin de bilîzin - Sanoger Ciwan Em xelkeki bindestin nikarin di sehneyen mezin de bilizin 4 1

Di vê derbarê Ciwan dirêjî dide axaftina xwe û amaje bi vê yekê dike, “Yekî Ewropî bi kêjan teknîkê lîstikê temaşe dike, gere yekî Kurdîstanî jî bi wê teknîkê listîkê temaşebike. Dawîya dawî em xelkekî bindestin û nikarin di sahneyên mezin de bileyîzin. Problemên derfetî hene mixabin. Û ez bawerim bi çuyîn û hatinan ev problem jî wê bêçareser kirin.”

‘Lîstik gihiştiye armanca xwe’

Derheqê eleqeya li hemberî lîstika xwe de jî Ciwan bilêv kir ku lîstik gihiştiye armanca xwe û wiha axivî: “Ew ên biyanî sûdeke cuda jê wergirtin. Li hela din de jî, dema em hatine Amedê, piştî lîstikê jineke 65 salî ya porspî hate cem min û ez hembêz kirim. Ji min re go ‘Tu Tirkî dizanî?’ min go ‘hinekî’, go ‘Ez jî bi Kurdî henekî dizanim’’ ,min jî got ‘Nexwe em ê ji hevdu fehm bikin.’ Bise dî sed bi zimanê lîstikê fehmnekir helbet. Lê bi awayekî dîtbarî listîkê gelek tişt ji wê vegotin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ciwan behsa rêwîtiya xwe ya bo Ewropayê de jî kir. Wi diyar kir ku bi neçarî koçî Ewropayê kiriye û wiha got, “Çûyîna min ji ber daxwaza min bû. Jixwe min xerîbiya xwe ya herî mezin li Stenbolê kişandibû. Dema ku ez çûme Ewropayê tu bawer bikekey ez li Yenîbosnayê derbasî Bakirkoyê bûm. Helbet li wê derê fêrî cîvak û zimanekî nû dibî, lê ji bo min ew der ne welatekî bîyani ye.”

‘Xerîbiya min bi derketina ji Batmanê destpê kir’

Ciwan, her wiha bi hêstekî kûr got, “Piştî ku ez li Batmanê ji gundê xwederketim heta niha ji xwe ez li xeribiyê me. Li xerîbîyê tu ji xwe re malekî diafirînî û dixwazî ji xwe re bikî welat û ax. Lê ev ji bo me ne mimku ne. Ewropa ne mala me ye ,Stenbol jî. Maleke me ya biçuk heye, li gundekî ye. Ew der ax û welatê me ye. Hêvî dikim ku ew welat mezin bibe.  

Şanoger Ciwan: Em xelkekî bindestin nikarin di sehneyên mezin de bilîzin - Sanoger Ciwan Em xelkeki bindestin nikarin di sehneyen mezin de bilizin 6

Şanoger Alan Ciwan kiye?

Alan Ciwan di sala 1990’î de li Êlihê ji dayik bû. Di dîbistana seretayî de dest bi lîstikvaniya şano kir. Li Êlihê tevlî xebatên şanogeriyê bû û hêdî hêdî xwe da nasîn wekî lîstekvanekî zîrek li ser dika şanoyê.

Di sala 2009’an de çû Stenbolê û bi zimanê Kurdî dest bi xebatên xwe yên hunerî kir.

Bi lîstika bi navê “Di Tuwaletê De” çendîn xelatên girîng wergirt, ku ev yekem car bû bi lîstikeke Kurdî xelatek wisa hate wergirtin.

Ciwan ji bilî şanoyê bi salan mijûlî xebatên dublaja bi Kurdî bû.

Ew, ji sala 2017’an vir ve li Berlînê dijî û li wir xebatên xwe yên hunerî berdewam dike.

Her wiha jî Ciwan beşdarî çend filimên sînemayê bûye û hîna jî li ser karê sînemayê dixebite.

Ciwan heta niha di warê şanoyê de xelatên wekî, Lîstikvanê Salê-Yekitiya Rexnegirên Şanoyê, Hunermendê Herî Serkeftî yê Nifşê Ciwan- Xelatên Afîfe Jale û Lîstikvanê Ciwan yê Hêvîbexş- Xelatên Şanoyê yên Sadrî Alişik wergirtine

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şanoger Ciwan: Em xelkekî bindestin nikarin di sehneyên mezin de bilîzin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *