ŞanoWan, wê malovaniyê ji 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê bike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

3’emîn Mîhrîcana Şanoyê li Wanê, ji aliyê ŞanoWanê ve, wê di navbera 23 û 30’ê Îlonê de birêve biçe.

Li Wanê, 3’emîn Mîhrîcana Şanoyê bi dirûşmeya “Ew roj wê hile, ew bihar wê bê” wê di navbera 23 û 30’ê Îlonê de, li ser sahneya ŞanoWan’ê ya li Perîhan AVM’ê bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de, dê 10 lîstik ji şanohezan re bêne pêşkeşkirin.

Şanoya ŞanoWan ku di sala 2017’an de bi navê ‘Tiyatro Mencel’ dest bi xebatan kiribû û piştre navê xwe wekî ŞanoWanê guhertiye, malovaniya mîhrîcanê dike.

Lîstika destpêkê ya mîhrîcanê lîstika “Jiyan ji te pir hez dikim (Hayat Seni Çok seviyorum) e. Ev lîstik ji aliyê, nivîskar-helbestvan Îlhan Samî Çomak ê ku ev 28 sal in di girtîgehê de ye, hatiye nivîsandin.  

Di çarçoveya amedekariyên mîhrîcanê de li gelek deverên bajarê Wanê afîş hatine daliqandin.

Bernameya mîhrîcanê wiha ye:

“*23’yê îlonê roja înê saet di 19.00’an de wê pêşengeha Kulîlkên Hişk bê vekirin.

* 23’yê îlonê roja înê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Jiyan ez ji te hez dikim’ bê lîstin.

 *24’ê îlonê roja şemiyê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Jiyan ez ji te hez dikim’ bê lîstin.

  *24’ê îlonê roja şemiyê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Serbaz’ bê lîstin.

 *25’ê îlonê roja yekşemê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Jinek hişyar dibe’ bê lîstin.

 *25’ê îlonê roja yekşemê saet di 20.00’an de wê pêşandan dansê ya bi navê ‘Pirimis’ bê pêşandan.

 *26’ê îlonê roja duşemê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Tu ne Gara yi’ bê lîstin.

 *26’ê îlonê roja duşemê saet di 20.00’an de wê ‘Buka lekî’ bê lîstin.

 *27’ê îlonê roja seşeme saet di 15.00’an û 20.00’an de wê lîstikvanên Hinek Henekê dê derkevin ser dikê.

 *28’ê îlonê roja çarşemê saet di 15.00’an de jî dê lîstikvanên Hinek Henekê derkevin ser dikê.

 *28’ê îlonê roja çarşemê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Dek u dolaben Scapen’ bê lîstin.

 * 29’ê îlonê roja pêncşemê saet di 15.00’an de wê lîstika ‘Dek u dolaben Scapen’ bê lîstin.

 *29’ê îlonê roja pencşemê saet di 20.00’an de wê lîstika ‘Tenê ez’ bê lîstin.

 *30’ê îlonê roja înê saet di 20.00’an de wê bi lîstina lîstika ‘Hay lo dîsa tev li hev bû’ mîhrîcan bi dawî bibe.”

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ŞanoWan, wê malovaniyê ji 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê bike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *