Saziyên Civaka Sivîl: Zimanê Kurdî xeta sor a neteweya Kurd e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Saziyên Civaka Sivîl li Wanê bi mebesta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Zimanê Kurdî xeta herî sor û stratejîk a neteweya Kurd e. Nîşaneya hebûn û tunebûna me kurdan e. Ji ber vê divê hemû tevger, partî, sazî û derdorên Kurd, bi giyanê seferberiyê têkoşîna zimanê Kurdî xurt bikin”

Li Wanê 14 Saziyên Civaka Sivîl bi daxuyaniyeke hevpar 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Daxuyanî li ber avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Şaxa Wanê (ARSÎSA) hate lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankartên “Em her malekî bikin dibistana Kurdî” û “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî” hatin hilgirtin.

Rêvebira ARSÎSA’yê Evîndar Bulut li ser navê komê daxuyanî xwend. Akbulut, di destpêkê de diyar kir ku, ziman ji bo hemû neteweyan xaleke bingehîn ê û wiha domand: “Lê wek hemû neteweyên bindest, ziman ji bo neteweya Kurd jî sedema man û nemanê ye. Divê em kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanibin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gor vê rastiyê ava bikin.”

‘Kurdî bi tunebûnê re rû bi rû maye’

Bulut di berdewamiyê de bi gotinên, “Di roja me de, hemû neteweyên cîhanê ji bo parastin û pêşxistina ziman û her wiha bo ku zimanê wan bibe zimanê cihanê xebatên pir berfireh û xurt dikin.” balkişand ser girîngiya ziman û di vê babetê de rewşa Kurdî jî wiha rawe kir: “Lê heyf û mixabin zimanê kurdî ku zimanekî herî qedîm ê mirovahiyê ye, bi tunebûnê re rû bi rû maye. Serdest, bi sedan sal e ji bo ku bîr û hişmendiya me kurdan tune bikin, çand, dîrok û zimanê me bi me bidin jibîrkirin her tiştî dikin. Serdestên ku bi tunehesibandin, êriş, talan û komkujiyê nikaribûn me kurdan tune bikin di roja me de bi rê û rêbazên şerê taybet, bi polîtîkayên bişaftin û entegrasyonê dixwazin me kurdan ji ziman û hemû nirxên kurdewariyê dûr bixin û me bikin biyaniyên nirxên me. Îro jî ev yek li Kurdistanê û li her derê kurd lê hene bi rê û rêbazên cuda berdewam dike.”

Saziyên Civaka Sivîl: Zimanê Kurdî xeta sor a neteweya Kurd e - WhatsApp Image 2023 05 17 at 18.04.03

‘Divê em zimanê xwe li her qadê pêş bixin’

Bulut, bi domdarî qala girîngiya têkoşîna bo parastina ziman kir û wiha pêde çû: “Li dijî vê yekê, em neteweya kurd bi têkoşîn û berxwedaneke bêhempa zimanê xwe diparêzin, lê hê jî xetereyên mezin li ser zimanê me hene. Ji bo vê yekê jî hewce ye em ji vir şûnde hê zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin û têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê xwe li her derê bilind bikin, ji bo vê pêşengiyê bikin. Divê em zimanê xwe li her qadê bi pêş bixin, xurt bikin û bikin  zimanê fermî, zimanê jiyanê, zimanê civakê, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe, huner, çand û wêjeyeke pêşketî û li hemû Kurdistanê serwer bikin û li her derê cihanê belav bikin.”

‘Ziman nîşaneya hebûn û tunebûnê ye’

Bulut, di axaftina xwe her wiha bang li hemû Kurdan dike ku xwedî li Kurdî derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanê kurdî xeta herî sor û stratejîk a neteweya kurd e. Nîşaneya hebûn û tunebûna me kurdan e. Ji ber vê divê hemû tevger, partî, sazî û derdorên kurd, bi giyanê seferberiyê têkoşîna zimanê kurdî xurt bikin, têkoşîna xwe bi kurdî bimeşînin, ji bo kurdî bi sedan hezaran xebatkaran,  derfetên mezin û butçeyê veqetînin. Divê zarokên me kurdan, ciwanên me, nifşên me yên nû bi hişmendiya zimanê xwe mezin bibin; di serî de siyasetmedar, nivîskar, hunermend û pêşengên gelê kurd, em hemû kurd her dem û li her derê têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, bi kurdî bifikirin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.”

Herî dawî Bulut, 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya Kurdan pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê bîr û baweriyê, em 15’ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî di serê de jin û dayikên kurd, li hemû kedkar û têkoşerên zimanê kurdî, li hemû gelê kurd pîroz dikin û bang û gazî dikin ku em her rojê bikin cejna zimanê kurdî.”

Saziyên piştgirî dane daxuyanî ev in:

“Dayîkên Aştiyê

Kovara Destar

MEBYA DER

TUHAY DER

ŞanoWan

ARYEN

TJA

STAR DER

BASK DER


Partiya Herêmên Demokratik (DBP)

GOÇ DER

Partiya Çepên Kesk

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Serhat News

Vîdeo/montaj: Şehrîban Abî-Dildar Guler

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Saziyên Civaka Sivîl: Zimanê Kurdî xeta sor a neteweya Kurd e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *